Parlamenterê belçîkî: Êrişên Tirkiyê yên bênavber li Bakur û Rojhilatê Sûryê kirêt in

Endamê parlamentoya Belçîkayê George Delmansh êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kirêtiyê wesifandin û diyar kir ku hikumeta Belçîkayê biryara Rêveberiya Xweser a Demokratîk der barê darizandina çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibîne ku pêngaveke pir baş e.

Parlamenterê belçîkî: Êrişên Tirkiyê yên bênavber li Bakur û Rojhilatê Sûryê kirêt in
Parlamenterê belçîkî: Êrişên Tirkiyê yên bênavber li Bakur û Rojhilatê Sûryê kirêt in
Parlamenterê belçîkî: Êrişên Tirkiyê yên bênavber li Bakur û Rojhilatê Sûryê kirêt in
Parlamenterê belçîkî: Êrişên Tirkiyê yên bênavber li Bakur û Rojhilatê Sûryê kirêt in
23 sibat, 2020   13:59
QAMIŞLO

Îro şandeya Belçîkayê ya ku ji endamê parlamentoyê Belçîkayê George Delmansh, serokê Rêxistina Qurbaniyên Terorîzmê ya Fransa û Belçîkayê Phillip Vanstenskip û hin ji rojnamegeran pêk tê, serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Her wiha cîgirê serokatiya Daîreya Têkiliyên Derve Fener Kiêt û endamên daîreyê şande li navenda daîreyê ya li bajarê Qamişlo pêşwaz kir.

Piştî civîna girtî ya di navbera her du aliyan de, endamê parlamentoya Belçîkayê George Delmansh di civîna çapemeniyê ya li hola daîreyê de bersiva pirsên rojnamgeran ên der barê serdan û hedefên wan de da.

George Delmansh da zanîn ku ev serdana sêyemîn ji herêmên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û bal kişand ser qurbaniyên ku gelê herêmê ji bo rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê û tevahî komên tundraw dane.

'ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK ÊN LI DIJÎ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ HOVANE NE'

George Delmansh anî ziman ku girîngiyê didin rewşên ewlehî, leşkerî, aramiya ewlehî û mirovî û wiha got: "Me di civînê de li ser rewşa ewlehî ya li herêmê, girtiyên DAIŞ’ê yên terorîst ên li gel Rêveberiya Xweser û malbatên wan ên li kampên Rêveberiya Xweser axivî."

Têkildarî pirsên nûçegihanên ANHA’yê der barê helwesta hikumeta Belçîkayê ji êrişên dewleta Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Delmansh got: "Hikumeta Belçîkayê ev êrişên hovane yên herêmê hedef girtine, şermezar dike û dewleta Tirk bêyî ku şêwirê ji tu dewletekî bike, êrişî herêmê kir."

'DAMEZIRANDINA DADGEHEKE JI BO DARIZANDINA ÇETEYÊN DAIŞ’Ê PÊNGAVEKE GIRÎNG E'

Girêdayî helwesta hikumeta Belçîkayê li ser biryara Rêveberiya Xweser a darizandina çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, endamê parlamentoya Belçîkayê wiha axivî: "Ev pêngav pêngaveke pir baş e, dewletên Ewropayê vê pêngavê niha bi berfirehî lêkolîn dikin û divê bi kûrahî bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re jî lêkolîn bikin."

Der heqê malbatên DAIŞ’ê yên ji Belçîkayê ku niha li kampên Rêveberiya Xweser hene, George Delmansh berdewam kir ku li gel hikumeta Belçîkayê stratejiya pêşwazîkirina tenê zarokan hebûn, lê belî piştî nîqaşa bi Rêveberiya Xweser re stratejiyeke dîtir heye û dê piştre ragihînin.

Niha 15 çeteyên DAIŞ’ê bi koka xwe belçîkî ne di girtîgehên Rêveberiya Xweser de hene, her wiha 48 zarok û 30 jin di kampên Rêveberiya Xweser de hene.

Tê payîn ku şandeya Belçîkayê gelek serdanan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li gel serdanên kampên koçberan pêk bînin da ku bandorên êrişên dewleta Tirkiyê li dijî gelê herêmê binasin. Her wiha dê serdana kampa Holê bikin û hevdîtinan bi siyasetmedarên herêmê re pêk bînin.

(fr)

ANHA