Şêniyên Til Temirê şehîdên 23`yê Sibatê bi bîr anîn

Şêniyên navçeya Til Temrê pêncemîn salvegera şehîdên 23`yê Sibatê yên ku beşdarî berxwedana li dijî êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî navçeyê bûbûn, bi bîr anîn.

Şêniyên Til Temirê şehîdên 23`yê Sibatê bi bîr anîn
Şêniyên Til Temirê şehîdên 23`yê Sibatê bi bîr anîn
Şêniyên Til Temirê şehîdên 23`yê Sibatê bi bîr anîn
Şêniyên Til Temirê şehîdên 23`yê Sibatê bi bîr anîn
23 sibat, 2020   13:52
HESEKÊ

Meclisa Malbatê Şehîdan şaxê navçeya Til Temrê 64 şehîdên 23’yê Sibata 2015`an di encama berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ`êde şehîd bûbûn, bi bîr anîn. Merasîma bîranînê bi beşdariya şêwirmenda Rêveberiya Xweser Dîlber Yusif, bi dehan şênî û malbatên şehîdan bi rê ve çû.

Merasîmê bi rêzgiritinê dest pê kir, paşê li ser navê Kongreya Star şaxê navçeya Til Temirê Çinar Yusif axivî: "Em serê xwe beramberî şehîdên canê xwe di oxira jiyana bi ewle û aştiyane de dane, ditewînin. Heke ne ji van şehîdan bûna em niha nedigihaştin vê astê."

Paşê şêwirmenda Rêveberiya Xweser Dîlber Yusif axivî û bal kişand ser êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha dewam kir: "Ev êrişan berdewamiya êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên sala 2015`an in."

Dîlber Yusif wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi saya şehîdan û berxwedana pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em li dijî terorîstan disekinin, lewma bi bi yekitî û vîna azad em ê bi ser bikevin."

Dîlber bang li gelên herêmê kir ku yekitiya xwe li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê ava bikin, ji ber artêşa Tirk û çeteyên wê hewldana derxistina nakokiyên di navbera gelan de dikin, her wiha dixwazin hêzên leşkerî lawaz bikin û herêmê serwer bikin.

Piştî axaftin bi dawî bûn, endama Meclisa Malbatên Şehîdên Asûriyan Cemîla Kako wesîqetên  şehîdan xwendin û radestî malbatan kirin.

Tê zanîn ku 64 sivîl  dema çeteyên DAIŞ`ê di 23’yê Sibata 2015`an êrişî navçeyê kir û hewldana serwerkirina navçeyê dikirin, şehîd bûbûn, lê bi saya berxwedana YPG û YPJ`ê êriş têk çûn.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/VvQw8R_b4ns" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>