Rêxistina Sara kuştina Hûde El-Elî û zarokê wê şermezar kir

Rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ya herêma Firatê bi daxuyaniyekê, kuştina jina bi navê Hûde tevî zarokê wê, şermezar kir û banga hesabpirsîna ji sûcdaran kir.

Rêxistina Sara kuştina Hûde El-Elî û zarokê wê şermezar kir
23 sibat, 2020   14:10
KOVANÊ

Kesê bi navê Hisên Evdo Emo yê ji gundê Derbazin ê girêdayî kantona Kobanê, di 22`ê vê mehê de (Şemiyê) di saet 3 sibehê de hevjîna xwe û kurê xwe kuşt.

Rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ya herêma Firatê, bi daxuyaniyekê bûyer şermezar kir û banga hesabpirsîna ji kujeran kir.

Rêveberiya rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan a herêma Firatê Newroz Ebdî bi amadebûna bi dehan endamên saziyên sivîl û yên Rêveberiya Xweser li Kobanê, daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Bi gelek bihaneyan jin tên kuştin. Tevî hemû hewldanên pêşxistina jinan jî lê belê kesên ji xwînê hez dikin, yên  zordar û desthildatdariya mêr heta niha pêşketina jinan qebûl nakin.

Em sûcê ku bi awayekî hovane li dijî jina bi navê Hûde El-Elî û zarokê wê ji aliyê hevjînê wê ve pêk hatî, bi tundî şermezar dikin.

Hedefgirtina jinan hedefgirtina ronahiyê ye û banga vegera tarîtiyê ye. Her wiha hedefgirtina aramî û ewlehiyê ye da ku fitne û tevlîhevî li herêmê belav bibe û hedefgirtina jiyana azad û demokratîk û vegera paşketin û zihniyeta desthilatdar e.

Di daxuyaniyê de her wiha bang li tevahî jinên cîhanê yên têkoşer û yên li maf û azadiyê digerin û civaka navdewletî hat kirin ku li dijî kujerên jinan bisekinin û ji sûcdaran hesab bixwazin û adaletê pêk bînin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû jinên cîhanê hat kirin ku dengê xwe bilin bikin û teslîmî şêwazên gef û tirsandinê ji bo bêdengkirina jinan, nebin.

Daxuyanî bi dirûşmeya "Na ji kuştina jinan re" bi dawî bû.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/EgnQmKSOowc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>