Kremlîn: Tirkiyê sozên xwe yên der barê Idlibê de pêk neanîn

Kremlînê bi daxuyaniyekê da zanîn ku dewleta Tirk sozên xwe yên der barê peymana Soçiyê ya li ser Idlibê de pêk neanîn.

Kremlîn: Tirkiyê sozên xwe yên der barê Idlibê de pêk neanîn
23 sibat, 2020   12:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Kremlînê Demitriy Peskov destnîşan kir ku dewleta Tirk sozên xwe der barê peymana Soçiyê ya li ser Idlibê de pêk neanîne. Peskov wiha got: "Terorîstên li Idlibê alavên leşkerî yên herî xeternak werdigirin."

Peskov der barê nakokiya li ser rewşa Idlibê de bang kir ku divê senaryoyên neyînî der heqê pêşketina têkiliyên Rûsya-Tirkiyê de pêk neyên.

Bi hedefgirtina balafirên Rûsyayê ya derdora kombûnên hêzên dewleta Tirk ya li başûrê Idlibê û amadekariyên leşkerî yên mezin ên hêzên rejîmê li derdora Cebel El-Zawiyê tevî amadekariyên dewleta Tirk li heman herêmê, Peskov ev daxuyanî dan.

 (fr)