Berdan Ozturk: Tekane çareserî Ocalan e

Di kongreya HDP’ê de hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî û got “'Rêzdar Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên Tirkiyê û Rojhilata Navîn jî xwedî risteke girîng e.”

Berdan Ozturk: Tekane çareserî Ocalan e
23 sibat, 2020   10:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Asayî ya 4'emîn a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) didome.

Hevberdevkê HDK'ê (Kongreya Demokratîk a Gelan) Sedat Şenoglu û hevserokê KCD'ê (Kongreya Civaka Demokratîk) Berdan Ozturk jî di kongreyê de axivîn. 

Berdan Ozturk di axaftina xwe de diyar kir meseleya Kurd û meseleyên sereke yên Tirkiyê bi qedandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan dikarin çareser bibin û wiha got: “Rêzdar Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên Tirkiyê û Rojhilata Navîn jî xwedî risteke girîng e. Hê ku rê nêzîk e ji vê şaşiyê vegerin. Rûsya ji we re nabe derman. Amerîka nabe çare. Tekane çareserî rêzdar Ocalan e.”

Sedat Şenoglu jî wiha got: “Peywira me ew e ku em meclîsa gelan kuçe bi kuçe, dibistan bi dibistan, gund bi gund, navçe bi navçe û kargeh bi kargeh ava bikin.”