Artêşa Tirk hewldana dubarekirina komkujiya Til Rifetê dike

Artêşa Tirk û çeteyên wê hîn jî avahiyên sivîlan ên kantona Efrînê ya dagirkirî dikin armanc.

Artêşa Tirk hewldana dubarekirina komkujiya Til Rifetê dike
Artêşa Tirk hewldana dubarekirina komkujiya Til Rifetê dike
Artêşa Tirk hewldana dubarekirina komkujiya Til Rifetê dike
23 sibat, 2020   10:25
ŞEHBA

Duh bi şev gundên Kefer Întiwan û Aşê Fîsel ên navçeya Şêrewayê ya kantona Efrîna dagirkirî hatin topbarankirin û top li kêleka dibistanekê ket.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku 2’yê Kanûna 2019`an dema ku zarok ji dibistaneke li Til Rifetê derdiketin, artêşa Tirk dibistan kir armanc û di encamê de 10 sivîl şehîd bûn û 8 jê zarok bûn.

(eh)

ANHA