Balafirên Rûsyayê derdora hêzên Tirkiyê bombebaran kir

Balafirên şer ên Rûsyayê derdora kombûnên hêzên dewleta Tirk ên li başûrê Idlibê bombebaran kir. Her wiha rejîma Sûriyê amadekariyên mezin şandin derdora Cebel El-Zawiyê.

Balafirên Rûsyayê derdora hêzên Tirkiyê bombebaran kir
23 sibat, 2020   11:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafirên Rûsyayê derdora hêzên dewleta Tirk ên li baregeha Mestûma ya başûrê bajarê Idlibê bi cih bûne, bombebaran kir.

SOHR’ê amadekariyên mezin ên hêzên rejîmê yên bi dehan endamên bejahî û alavên giran li derdora Kefir Secne û Cebel El-Zawiyê li başûrê Idlibê belge kirin. Li aliyekî din jî SOHR’ê diyar kir ku balafirên Rûsyayê li herêmên cuda yên Cebel El-Zawiyê û Cebel El-Erbeîn ên başûrê Idlibê bombebaran kirin û her wiha herêmên Cebel El-Zawiyê bi dehan moşekan hatin hedefgirtin.

Beriya ku balafirên Rûsyayê wan herêman bombebaran bikin, karwanekî leşkerî yê hêzên dewleta Tirk di dergeha Xirbet El-Coz a bi ser Lîwa Iskenderon ve ku ji 10 alavên leşkerî pêk tê, ber bi nuqteya çavdêriyê ya dewleta Tirk a li bajarokê Iştebreq ê li bejahiya rojavayê Idlibê ve çû.

Piştî binketina hewldana Rûsya-Tirkiyê ya lihevkirina der barê Idlibê de û beriya dema bidawîbûna vê mehê ya dema ku serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ji rejîma Sûriyê re daniye, ev rûdan li Idlibê pêk tên.

(fr)