Şandeya Belçîkayê serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser kir

Şandeya Belçîkayê îro serdana Navenda Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li bajarê Qamişlo kir. Şande ji endamê parlamentoya Belçîkayê George Delmansh, serokê Rêxistina Qurbaniyên Terorê li Fransa û Belçîkayê Phillip Vastenskip û hin rojnamegeran pêk tê.

Şandeya Belçîkayê serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser kir
Şandeya Belçîkayê serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser kir
Şandeya Belçîkayê serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser kir
23 sibat, 2020   09:01
QAMIŞLO

Şandeya Belçîkayê ku ji endamê parlamentoya Belçîkayê George Delmansh, serokê Rêxistina Qurbaniyên Terorê li Fransa û Belçîkayê Phillip Vastenskip û hejmarek ji rojnamgeran pêk tê, gihîşt Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Îro şandeyê serdana Navenda Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li bajarê Qamişlo kir.

Cîgirê hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve Fener Kiêt û endamên Daîreyê pêşwaziya şandiyê kir.

Endamê parlamentoya Belçîkayê George Delmansh destnîşan kir ku hedefa sereke ji vê serdanê, zanîna rewşa herêmê ji aliyên siyasî û aborî ve ye, her wiha nîqaşkirina mijara çeteyên DAIŞ’yê yên li gel Rêveberiya Xweser e.

Şande div an kêliyan de civîneke ji çapemeniyê re girtî, bi rayedarên Daîreya Têkiliyên Derve re pêk tîne.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fEIXrlsicTQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>