Li Kobanê gihandina torên avê bi dirêjahiya 14 hezar metre dest pê kir

Gerînendetiya Avê ya girêdayî Desteya Rêveberiya Herêmî û Hawîrdorê ya Herêma Firatê dest bi xebata projeya gihandina torên ava vexwarinê ya bajarê Kobanê ya bi dirêjahiya 14 hezar metreyan kir.

Li Kobanê gihandina torên avê bi dirêjahiya 14 hezar metre dest pê kir
19 sibat, 2020   10:26
KOBANÊ

Di çarçoveya projeyên xizmetguzarî yên ku saziyên xizmetguzariyê yên kantona Kobanê pêk tîne de, Gerînendetiya Avê dest bi xebata pêkanîna projeya gihandina torên ava vexwarinê li taxa nû ya Kobanê kir.

Gerînendetiya Avê ji du rojan ve dest bi kolandina xeta ku av tê re were ji rêya Mînas a rojavayê bajêr ber bi rêya başûrê Helebê ve kir da ku torê bigihîne taxa Kobanê ya nû.

Proje li ser du beşan pêk tê; dê di merheleya yekemîn de beşa yekemîn a projeyê bi gihandina torên avê ya bi dirêjahiya 8 hezar metre pêk bê. Gerînendetiya Avê diyar kir ku ji vê projeyê û di merheleya yekemîn de nêzî 900 mal sûdewar bibin.

Tê payîn ku dê gerînende beşa duyemîn ji projeyê piştî bidawîkirina beşa yekemîn dest pê bike.

Taxa Kobanê ya nû piştî rizgarkirina bajarê Kobanê ji DAIŞ’ê di destpêka 2015’an de hat avakirin û hê jî tevgera avahiyan li taxê li aliyê başûrê rojavayê bajêr berdewam e. Her wiha bi dehan malbat di gelek avahiyan de bi cih bûne, lê belê pêdiviya wê bi gelek xizmetguzariyan heye.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/BMvLqeYg-_I" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>