Proseya perwerdeyê sal bi sal pêşketinên berbiçav bi xwe re tîne

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê şaxê herêma Tebqayê bi armanca pêşxistina perwerdeyê sala 2019-2020`an gelek kar û xebat kirin, di nav de amadekirina dibistanan, dabînkirina mamosteyan, çêkirina rêbarêzên xwendinê û plansaziya 2020`an jî diyar kirin.

Proseya perwerdeyê sal bi sal pêşketinên berbiçav bi xwe re tîne
Proseya perwerdeyê sal bi sal pêşketinên berbiçav bi xwe re tîne
Proseya perwerdeyê sal bi sal pêşketinên berbiçav bi xwe re tîne
Proseya perwerdeyê sal bi sal pêşketinên berbiçav bi xwe re tîne
Proseya perwerdeyê sal bi sal pêşketinên berbiçav bi xwe re tîne
Proseya perwerdeyê sal bi sal pêşketinên berbiçav bi xwe re tîne
Proseya perwerdeyê sal bi sal pêşketinên berbiçav bi xwe re tîne
19 sibat, 2020   10:22
TEBQA

Proseya perwerdeyê li Tebqayê di sala xwendinê ya 2019-2020`an de beramberî salên derbasbûyî pêşketineke berbiçav bi xwe re anî. Hem hejmara xwendekaran û mamosteyan zêde bû û hem jî materyal bi giştî hatin belavkirin û sîstema du danan dewam hebe, hate rakirin, ji ber Komîteya Perwerde û Fêrkirinê şaxê Tebqayê dibistan sererast kirin. Lewma di vê qonaxa xwendinê de gelek dibistan werin vekirin û dewama du danan bi temamî ji holê rabe.

Îsal Komîteya Perwerde û Fêrkirinê şaxê Tebqayê 6 dibistan vekirin û di nava 2 hefteyên pêş de dê li Tebqayê Dibistana Irûba û Dibistana Yermûk vekirin. Her wiha di demeke nêz de dê li bajarokê Mensûra yê ku dikeve rojhilatê Tebqayê 10 dibistanan vekirin. Li ser vî esasî sîstema du focan namîne, ji ber berî niha komîteyê ji ber dibistan hindik bû û hejmara xwendekaran zêde bû, neçar mabûn ku dewamê bikin 2 foc, lê niha pêwîstî pê nema. 

Hejmara dibistanan li herêma Tebqayê 206 e, hejmara mamosteyan jî zêdetirî hezar û 670 mamoste ye û ji wan 113 di qonaxa xwendinê ya sala 2019-2020`an hatine. Di heman demê de hejmara xwendekaran jî gihaştiye 76 hezarî.

Têkildarî plana Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya şaxê Tebqayê hevserokê Komîteyê Henano Xelîfê axivî û got: “Komîteya Perwerde û Fêrkirinê bi rêya Desteya Perwerde û Fêkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekbûna cil û bergên xwendekarên seretayî û navîn çêkirin û niha li bazarê bi nirxekî guncaw peyda dibe.”

Henano Xelîfê got: “Komîte di kar û planên pêşxistina proseya perwerdê de berdewam e. Lewma dê li herêma Tebqayê peymangeha avakirina mamosteyan were vekirin. Mamosteyên qonaxa navîn ava bikin û li deverên şênî lê hene û dibatan lê tune ne dê odeyan çêkin. Desteya Perwerde û Fêrkirinê şaxa Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê rêbazên xwendinê û guhatina wan de her wiha da ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekrêbazarê xwendinê were diyar kirin, xwedan plan e.”

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê gelek zehmetiyan derbas dike, ji wan kêmbûna daniştekan. Hevserokê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê şaxê Tebayê Henano Xelîf got: “Di rojên pêş de em ê vê pirsgirêkê çareser bikin.”

 (eh)

ANHA