Rêveberiya Jinan a Reqayê bernameya 8`ê Adarê eşkere kir

Rêveberiya  Jinan a Reqayê bi dirûşma "Têkoşîna me azadî ye û berxwedana me serkeftin e" bernameyê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê eşkere kir.

Rêveberiya Jinan a Reqayê bernameya 8`ê Adarê eşkere kir
19 sibat, 2020   10:29
REQA-REBA EL-ELÎ

Rêveberiya Jinan a Reqayê rêzeçalakiyên 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ku ji 1`ê Adarê dê dest pê bike û heta 8`ê Adarê dê dewam bike, eşkere kir.

Ji rêveberên Rêveberiya Jinan a Reqayê Zelîxa Ebdê diyar kir ku 8`ê Adarê rojeke tijî berxwedan û serkeftinên jinan e û wiha got: "Me ev roj bi berxwedana hêz û jinên xwe girê da û bi taybet di şexsê Hevrîn Xelef, Amara, Çîçek Kobanê û Barîn Kobanê de."

Zelîxa destnîşan kir ku rêveberiyên jinan li Reqayê û gundewarên wê bernameya çalakiyên 8`ê Adarê diyar kiriye û wiha ye:

1`ê Adarê dê daxuyaniyek bi nave Rêveberiya Jinan were dayîn û pankart ji aliyê Şaredariya Gel ve werin daliqandin.

2`yê Adarê dê konê kevneşopiyan were vedan.

3,4 û 5`ê Adarê rêzecivîn li tevahî xetên girêdayî bajarê Reqa û gudnewarên wê werin lidarxistin, her wiha dê sînevîzyon li ser jiyan û dîroka jinan li Reqayê were pêşandan.

6`ê Adarê dê broşûr û kulîlk li saziyên bajêr werin belavkirin.

7`ê Adarê dê mûm li ser gorên şehîdên li Goristana Şehîdan a li Hikûmiyê û Keramê werin pêxistin û serdana Rêveberiya Jinan a Tebqayê were kirin.

8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dê meş û şahî werin lidarxistin.

(bx)

ANHA