Dagirkeran bi şev êrişî Şehba û Girê Spî kirin

Artêşa  Tirk a dagirker  û çeteyên wê duh heta saetên êvarê êrişî Şehba û Girê Spî, kir.  Her wiha di saetên şevê de careke din her du herêm topbaran kir.

Dagirkeran bi şev êrişî Şehba û Girê Spî kirin
16 sibat, 2020   05:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê her ku diçe li Idlibê li hember operasyonên rejîmê û Rusya tengav dibe û êrIşên xwe yên li hember Şeba, Gire Spî, Til Temir û Eyn Îsa zêde dike.

Di saet 01:00`an de gundê Şêx Îsa yê girêdayî Şehba û gundê Hoşana yê girêdayî Gire Spî bi çekên giran hatin topbarankirin.

Li gorî nûçegîhanê me ji herêmê ragihand, di êrişên li ser gundê Şêx Îsa yê Şêhbayê yekser sivîlan dike hedef û der barê ziyanên topbaranê de tu agahî nehatin  bidestxistin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Gh-iPzzFBy4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>