Meşa ciwanan a li dijî komployê dest pê kir

Di çarçoveya çalakiyên şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan de, bi sedan ciwanan dest bi meşeke dirêj ji navçeya Sirînê heta bajarê Kobanê kir. Ciwan dê 40 km bimeşin.

Meşa ciwanan a li dijî komployê dest pê kir
Meşa ciwanan a li dijî komployê dest pê kir
12 sibat, 2020   12:16
KOBANÊ

Bi nêzîkbûna salvegera 21`emîn a komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan re ku di 15`ê Sibata 1999`an de pêk hat, bi sedan ciwanên Kurd û Ereb ji navçeya Sirînê ya başûrê kantona Kobanê dest bi meşeke dirêj kir.

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê meş bi rêxistin kiriye û meşvanan wêneyên rêber Ocalan û pankartên bi nivîsên şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan rakirine.

Tê payîn ku ciwan di 3 rojan de 40 km bimeşin heta bigihîjin bajarê Kobanê û piştre dê berê xwe bidin gundê Elpelûrê yê li rojavayê bajêr ku cara yekê havîna sala 1979`an Ocalan  di dema hatine Rojava de, hatiye wî gundî.

Ji beriya zêdetirî hefteyekê li kantona Kobanê çalakiyên cur bi cur pêk tên. Çalakî bi armanca pênasekirina felsefeya rêber Ocalan û Komploya Navneteweyî ku li dijî wî pêk hatiye û di encamê de li girtîgeha Îmraliyê ya li Deryaya Marmara ya li Tirkiyê dîl hate girtin, tên lidarxistin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qWxAHs926jI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>