Rûsyayê bersiva Erdogan da: Em tenê êrişî komên terorîst dikin

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê bersiva daxuyaniyên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erogan da û got Rûsya û rejîm tenê êrişî komên terorîst dikin.

Rûsyayê bersiva Erdogan da: Em tenê êrişî komên terorîst dikin
12 sibat, 2020   11:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê wiha da zanîn: "Rûsya û rejîm tenê komên terorîst hedef digirin.” Ew jî bersivdana li ser daxuyaniyên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan e ku Rûsya û rejîmê bi hedefgirtina sivîlan tawanbar kiriye.

Rayedarê Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Vladimir Taraprin wiha anî ziman: "Me pirî caran daxuyand ku ne Rûsya û ne jî hêzên çekdar ên Sûriyê êrişî sivîlan nakin, tenê êrişî li dijî komên terorîst ên ku şerê desthilatên rewa dikin."

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan rejîm û Rûsya bi kuştina sivîlên Idlibê tawanbar kiribûn û gef li rejîmê xwaribûn û jê daxwaza vekişînê heta dûrî nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê kir.

(fr)