Komîteya Çandiniyê dê pompeyên avê bixebitîne

Cotkarên Reqayê der barê derengmayîna sererastkirina pompeyên avê de nerehetiya xwe anî ziman û Komîteya Çandiniyê soza çêkirina avê di kêmî 20 rojan de da.

Komîteya Çandiniyê dê pompeyên avê bixebitîne
Komîteya Çandiniyê dê pompeyên avê bixebitîne
Komîteya Çandiniyê dê pompeyên avê bixebitîne
Komîteya Çandiniyê dê pompeyên avê bixebitîne
Komîteya Çandiniyê dê pompeyên avê bixebitîne
12 sibat, 2020   09:49
REQA-XALID CUMA

Cotkarên gundewarên bakurê Reqayê pêwîstiya wan bi avdana hilberînên çandiniyê heye, lewma ji Komîteya Çandiniyê xwest di zûtirîn demê de pompeyên avê çêkin. Cotkaran got: "Divê hilberînên me heta dema çinînê, 2 caran werin avdan, lê ji ber av tune ye, nehatine avdan."

Cotkar Salih Xelef ji gundê Basil ê bejahiya Bakurê Reqayê ye û amaje bi rewşa hilberînan kir û wiha got: “Baran îsal ne wekî barana salên derbasbûyî ye, salên derbasbûyî bi xêra baranê erdên me dihatin avdan, li milekî din qeşayê bandor li hilberînên erdên me kir.”

Salih wiha axaftina xwe berdewam kir: "Heta niha erdê min nehatiye avdan û ji ber vê yekê garis zer bûye, sedema vê yekê jî hem ji ber şilî çênebû û hem jî derase tune ye.”

Cotkar Mihemed Hisên bang li Komîteya Çandiniyê kir ku beriya meh bi dawî bibe, pompeyên avê bixebitînin da ku hilberînên xwe av bidin. Mihmed Hisên diyar kir ku gelek gundên bejahiya bakur ava bîran ji vexwarinê bi kar tînin, lewma domdar pêwîstiya ava bîran heye.

Di gel vê yekê li bejahiya Reqayê bi hezaran serî pez, deve û çêlek hene û rojane pêwîstiya wan bi avê heye, ji ber vê yekê şênî neçar dimînin ku avê ji sewalên xwe re bikirin.

Gerînendeyê beşa sererastkirinê şaxê Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Besam Hemed axivî û wiha got: "Em dizanin pêwîstiya cotkaran bi avê heye, lewma em gelek qenalên sereke yên wekî Selhebiyê Jêr, qenala Belîx ku tê payîn 5 pompeyên avê tê de  werin çêkirin û qenala Esadiya sererast dikin.Tê payîn di nava çend rojan de  sererastkirina van qenalan bi dawî bibe."

Besam Hemed got ji ber rewşa bahewa xebitandina pompeyan dereng ma, her sal 2 mehan komîteya çandiniyê pompeyan sererast dikin. Lê niha pêwîstiya hilberînan bi avdanê tuneye, komîteya çandiniyê ji 01.01.2020`an heta 01.03.2020`an dê pompeyan sererast bike.

Besam Hemed da zanîn ku ji ber zêdeyî hêza qenalan erd hatin avdan, qenal xerab bûn. Hemed di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman, beriya destpêkirina meha Adarê dê li hemû gundewarên bajêr pompe werin xebitandin.

(eh)

ANHA