Ji ber rewşa hewa li dibistanên Tebqa û Reqayê betlane 2 rojan hat dirêjkirin

Ji ber berdewama rewşa hewa û qeşayê, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê û Rêveberiya Sivîl a Herêma Tebqayê 2 rojên dîtir (çarşem û pêncşem) kirin betlane.

Ji ber rewşa hewa li dibistanên Tebqa û Reqayê betlane 2 rojan hat dirêjkirin
12 sibat, 2020   09:43
TEBQA

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê û Rêveberiya Sivîl a Herêma Tebqayê giştînameyek di roja duşema borî de weşand ku divê dibistan di rojên duşem û sêşemê de bi baldariya li ser xwendekaran ji sermaya zêde, betlane bin.

Bi sedema berdewama rewşa hewayê ya sar ku tevî wê jî pêlên qeşayê hene, biryar ji bo betlaneya rojên çarşem û pêncşemê jî hate dayîn.

Bi sedema pêla sermaya zêde dibistanên li herêmên Cizîr û Firatê rojên duşem û sêşemê kirin betlane.

(fr)