‘Komploya 15‘ê Sibatê dilsoziya gelê Kurd a ji bo doza xwe zêde kir’

Kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê got "Komploya 15‘ê Sibata 1999‘an a li dijî rêber Abdullah Ocalan destpêka hedefkirina gelên bindest e, dewletên komploger bi  komployê nikarin pêşiya belavbûna fikrê rêber Abdullah Ocalan bigirin."

‘Komploya 15‘ê Sibatê dilsoziya gelê Kurd a ji bo doza xwe zêde kir’
12 sibat, 2020   08:00
NAVENDA NÛÇEYAN – EHMED MIHEMED

15‘ê Sibata 1999‘an de Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan ket meriyetê. Dewletên ku beşdarî komployê bûbûn, hewl dan bi vê komployê doza Kurd di kesayeta rêber Abdullah Ocalan de bi dawî bikin, lê fikr û felsfeya stratejîk a Ocalan ev hewldan pûç kir û israra gelê Kurd a girêdana bi doza xwe û bidestxistina mafê xwe zêde bû.

15‘ê Sibatê ji bo gelê Kurd wekî "Roja Reş" tê naskirin. Ji dîroka komployê ve heta niha her sal roja 15‘ê Sibatê li seranserî Kurdistanê û dewletên rojava gelê Kurd li dijî komployê xwepêşandanan li dar dixe û banga azadiya Ocalan dike.

Ajansa me di vê derbarê de nêrînên xelkê navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê girtin.

Şêniyan diyar kir ku komplo di kesayeta rêber Ocalan de hebûna gelê Kurd dike hedef, her wiha anî ziman ku dewletên komploger xwest bi vê komployê îradeya gelê Kurd têk bibin û belavkirina ramanên Ocalan ên banga biratiya gelan û jiyana hevbeş dikin, sînordar bikin.

Şêniyan her wiha destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker û dewletên beşdarî komployê ya tunekirinê negihîşt serî û got: "Roja 15‘ê Sibatê veguherî roja mezinkirina têkoşîn û berxwedanê li hemberî mêtingerên Kurdistanê. Di vê rojê de ramanên Ocalan gihaştin tevahî gelên Rojhilata Navîn û cîhanê."

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê bal kişand ser girîngiya yekrêziya kurdî û anî ziman ku xebata siyasî ya hevpar têrê dike ku doza kurdî çareser bibe û herêm ji hewldanên dijber were parastin.

(bb)

ANHA