Li Kobanê têkildarî komploya 15‘ê Sibatê semînerek hate dayîn

TEV-DEM‘ê li bajarê Kobanê der barê komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de semînerek da. Endamên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl di semînerê de amade bûn.

Li Kobanê têkildarî komploya 15‘ê Sibatê semînerek hate dayîn
Li Kobanê têkildarî komploya 15‘ê Sibatê semînerek hate dayîn
Li Kobanê têkildarî komploya 15‘ê Sibatê semînerek hate dayîn
Li Kobanê têkildarî komploya 15‘ê Sibatê semînerek hate dayîn
11 sibat, 2020   16:28
KOBANÊ

Bi rasthatina salvegera 21`an a komploya navnetewî ya  li dijî Rêber Abdullah Ocalan li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên cihereng ji bo şermezarkirina komployê lidar dikevin.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Kantona Kobanê semînerek girêdayî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li hola Meclisa Lihevanînê li bajarê Kobanê lidar xist. Endamên saziyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî yên Kobanê tev li semînerê bûn.

Di semînerê de hevserokê Desteya Hundirîn a herêma Firatê Bozan Xelîl axivî û got: "Di dîrokê de gelek kes bi komployan hatin girtin. Lê dîlgirtina Rêber Ocalan ne girtina kesek ji rêzê bû."

Xelîl diyar kir ku di her serdemekê de pêxemberek an jî fîlezofek derdikeve da ku zulmê li ser gelan rake. Rêber Ocalan yek ji wan fîlezofan e, derket da ku zulmê û koletiyê li ser gelên Rojhilata Navîn rake.

Xelîl wiha domand: "Rêber Ocalan di nav gelek nakokiyan de bû. Ji wan doza jinê. Rêber Ocalan didît ku azadiya jinê bi azadiya gelan ve girêdayî ye. Ger jin azad nebe gel wê kole bimîne."

Xelîl destnîşan kir ku Ocalan gelek lêkolînên girêdayî rewşa herêmê çêkiriye. Di encamê de nas kiriye ku hikumetên herêmê bi rêve dibin, gelan bi zihniyeta desthilatdarî û perestî bi rêve dibin.

Xelîl di nav gotinê xwe de got: "Fikr û felsefeya Ocalan û doza mirovahiyê têne hedefgirtin, ne kesayeta Rêber Ocalan. Ev komplo ji hêla tevahiya dewletên cîhanê ve li dijî Rêber Ocalan hate plankirin."

Di dawiyê de Xelîl teqez kir ku komploya navneteweyî armanc dikir ku nehêle fikrê Ocalan li cîhanê belav bibe. Lê berovajî wê rû da û bibin ket.

(şx)

ANHA