Partiya Pêşerojê ya Sûriyê amadekariyên kongreya xwe dike

Komîteya Amadekar a Kongreya Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi şêniyên gundên rojavayê Reqayê re civiya da ku pêşketinên siyasî yên dawî şîrove bike.

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê amadekariyên kongreya xwe dike
11 sibat, 2020   16:08
REQA

Civîn li gundê El-Reşîd li avahiya Şaredariya Gel lidar ket. Şêniyên gundên rojavayê Reqayê tev li civînê bûn. Di civînê de rewşa siyasî ya Sûriyê hate şîrovekirin.

Endamê Buroya Rêxistina Partiyê Mihyedîn El-Deyf behsa rewşa siyasî ya Sûriyê û rewşa herêmê ya dijwar li gel nakokiya hegemoniyê li ser Sûriyê kir û got: "Kongreyên navneteweyî û tevahiya lihevkirinên lidar dikevin ne ji berjewendiya gelên Sûriyê ne û aloziya wê çareser nakin. Ji ber ku vînek navneteweyî ji bo çareserkirina vî şerî tune ye."

El-Deyf makenîzmeya ku li gorî wê dê kongreyên lidarxistina Kongreya Giştî ya Partiyê lidar kevin destnîşan kirin.

Ji aliyê xwe ve cîgira şaxê Reqayê ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Suzan Nebo got: "Jin rolek mezin di avakirina civakê de dilîze. Jin di tevahiya qadan de bû pêşeng. Hedefgirtina fikrê jina azad bi rêya hedefgirtina sembola têkoşîna jina Sûriyê şehîd Hevrîn Xelef, israra jinê ji bo ku banga mafên xwe û mafê gelê Sûriyê bike, zêde dike."

Piştî bidawîbûna civînê, endamên Komîteya Amadekar bi koçber û penaberên Hims û Hemayê re yên ku li rojavayê gundê El-Reşîd konên xwe vegirtine, civiyan. Koçberan bi xêrhatina endamên komîteyê kirin û însiyastîfa Partiya Pêşerojê ya Sûriyê spas kir.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RsgqLPjShgc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>