Pêngava belgekirina sûcên qirkirinê 117 hezar îmze kom kir

Însiyatîfa Parastin a Hiqûqî û Komîteya Belgekirina sûcên qirkirinê li dijî gelê Kurd zêdetirî 117 hezar îmzeyên kesên ku binpêkirinên Tirkiyê şermezar dikin, kom kirin û dê radestî rêxistinên têkildar werin kirin

Pêngava belgekirina sûcên qirkirinê 117 hezar îmze kom kir
11 sibat, 2020   15:24
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker binpêkirinên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Ji van binpêkirinan armanc dike, gelên herêmê qir bike bi taybet gelê Kurd. Artêşa Tirk a dagirker siyasetên xwe li herêmê, pêkanîna guhertina demografîk bi rêya koçberkirina şêniyên herêmê yên resen û bicihkirina şêniyên herêmên din li şûna wan didomîne.

Ji bo belgekirina wan sûcan, Komîteya Belgekirina Sûcên qirkirinê li dijî gelê Kurd û Însiyatifa Parastin a Hiqûqî pêngava belgekirina li ser du qonaxan da destpêkirin.

Komîteyê encamên xebatên xwe bi rêya daxuyaniyekê ji raya giştî re li Kampa Weşûkanî eşkere kirin. Endamên însiyatîfê û hejmarek dazgehên çapemeniyê û koçber amade bûn.

Şêwirmendê qanûnî yê Însiyatîfa Parastin a Hiqûqî Luqman Ibrahîm daxuyanî xwend. Daxuyanî wiha ye:

"Însiyatîfa Parastin a Hiqûqî û Komîteya Belgekirina Sûcên Qirkirinê li dijî gelê Kurd û gelek saziyên hiqûqî û sivîl me qonaxa yekemîn a hemleya komkirina îmzeyên sivîlan ên ku banga bidawîkirina binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li dijî kurdan û tevahiya pêkhateyên bakurê Sûriyê dikin, bi dawî kir. Zêdetirî 117 hezar îmzeyên ji koçberên herêmên Serêkaniyê û Girê Spî yên ku di nav kampan de dimînin hate komkirin.

Hemle bi însiyatîfa Komîteya Belgekirina Sûcên Qirkirinê li dijî gelê Kurd destpê kir. Navenda komîteyê li herêma Kurdistanê ye. Di qonaxa yekemîn de komkirina tevahiya îmzeyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Qonaxa duyemîn komkirina îmzeyên penaberên Sûriyê li herêma Kurdistanê. Piştî wê ew îmze dê weke raporek girêdayî qirkirina ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî kurdan û tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirine, ji dadgeha cezayan a navneteweyî re were pêşkêşkirin da ku dozekê li dijî dewleta Tirk û serokên wê were vekirin. Her wiha dê ji rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî yên ku di warê mafên mirovan de kar dikin re û raya giştî re bê pêşkêşkirin ji bo ku ew sûc eşkere bibin û wek sûcek qirkirinê li dijî gelê ku li ser axa xwe dijî were xêzkirin.

Tirkiyê di bin navê gelek oprasyonan de êrişî Tirkiyê Sûriyê kir. Di encamê de Efrîn û herêmên bakurê Sûriyê dagir kirin. Ji wan operasyonan a herî dawîn Kaniya Aştiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Tirkiyê tevî komên çekdar ên girêdayî wê, hovantirîn sûc û qirkirin li dijî tevahiya pêkhatyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet kurdan pêk anîn.

Şêniyên herêmê rastî qirkirinek bizanabûn hatin û hîna tên. Dewleta Tirk a dagirker demografiya wan herêman diguhere, şêniyên resen dide koçberkirin, milkên wan talan dike, daran qut dike, dîrok û çanda wê berovajî dike, kevneşopiyên civakan bi rêya ferzkirina siyaseta tundrewiya olî û wêrankirina cihên olî yên baweriyên din diguhere.

Tirkiyê di êrişên xwe de tevahiya çekên qedexekirî bikar anîn, di nav e fosfor. Bêserûber herêm topbaran kirin û sivîl kirin hedef bi taybet jin û zarok. Komên girêdayî Tirkiyê destavêtina jinan. Ev jî wek sûcên şer li dijî mirovahiyê têne wesifandin.

Li ser vê bingehê divê civaka navneteweyî û tevahiya rêxistin û aliyên têkildarî karûbarên Sûriyê bilez û bi awayekî cidî bilivin da ku vê trajediyê û dagirkirina herêman bidawî bikin. şêniyên koçber ji warên wan re vegerînin û wan binpêkirinan eşkere bikin.

Ji aliyê xwe ve me dest bi vê hemleyê kir ji bo ku îmzeyan kom bikin û sûcdaran ji dadgehên navneteweyî re pêşkêş bikin. Em bang li tevahiya rêxistinên hiqûqî û mirovî dikin bi hev re bi cidî kar bikin da ku wan sûcan eşkere bikin û sûcdaran muhesebe bikin."

(şx)

ANHA
​​​​​​