Li Girkê Legê têkildarî komploya 15‘ê Sibatê civînek hat lidarxistin

Meclisa Navçeya Girkê Legê têkildarî komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan civînek lidar xist.

Li Girkê Legê têkildarî komploya 15‘ê Sibatê civînek hat lidarxistin
11 sibat, 2020   14:53
QAMIŞLO

Civîn li navenda çand û hunerê ya Aram Tîgran bi beşdarbûna bi dehan şêniyên Girkê Legê û bajarokê Rimêlan lidar ket.

Endamê Meclisa Navçeya Girkê Legê Hesen Mihemed behsa têkoşîna Rêber Ocalan û komploya navnetewî ya 15‘ê Sibatê kir.

Hesen Mihemed got: "Projeya netewa demokratîk a ku rêberê me pêşkêş kiriye tirs di nava dewletên desthilatdar de çêkir, ji ber ku ev proje projeya biratî û aştiyê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn e, lê siyasetên dewletên desthilatdar girêdayî belavkirina şer û aloziyan li Rojhilata Navîn."

Mihemed banga xwedîdketin û parastina ramanê Ocalan kir.

Civîn bi diruşmeyên ji bo Ocalan azadî bi dawî bû.

ANHA