'Ocalan banga azadiya gelên bindest dike'

Pêkhateyên navçeya Tirbespiyê diyar kir ku Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, lekeyeke  reş e li ser eniya mirovahiyê û destnîşan kir ku Ocalan banga azadiya gelên bindest dike ku ev yek berjewendiya dewletên komploger li herêmê dixe xetereyê.

'Ocalan banga azadiya gelên bindest dike'
'Ocalan banga azadiya gelên bindest dike'
'Ocalan banga azadiya gelên bindest dike'
11 sibat, 2020   14:19
QAMIŞLO

Meclisa navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişlo, der barê Komploya Navneteweyî ya li ser rêber Abdullah Ocalan de îro civîneke berfireh ji pêkhateyên navçeyê re li dar xist.

Rêber Abdullah Ocalan  bi komployeke navneteweyî ku gelek dewletên herêmî û cîhanê beşdar bûn, 15`ê Sibata 1999`an dîl hat girtin. Armanca komplogeran tunekirina nasname û hebûna Kurdan û fikrên rêber Ocalan  bû.

Civîn li hola Nadî Siyahî ya bakurê navçeya Tirbespiyê li dar ket û bi dehan şênî beşdar bûn. Hevserokê meclisa navçeya Tirbespiyê Ebdelrehîm Hiso, endama koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hediye Şemo û rêveberê meclisa navçeya Tirbespiyê Diyar Hesen civîn bi rê ve bir.

Diyar Hesen destnîşan kir kuk komploya li dijî rêber Ocalan hemî gelên herêmê kirin hedef û armanc jê di şexsê Ocalan de têkbirina vîna gelên herêmê bû. Hesen her wiha diyar kir ku ev komplo deqeke reş e li eniya mirovahiyê û wiha axaftina xwe dewam kir: "Dewletên komploger ji ber ku banga azadiya  gelan kir û çareserî û nêrîn ji pirsgirêkên heyî re pêşniyar kirin, Ocalan  wek xetere li ser berjewendiyên xwe li herêmê hesibandin."

Hesen got komploya li ser rêber Abdullah Ocalan têk çû, ji ber ku gelên herêmê fikr û felsefeya Ocalan a berxwedana li dijî hêzên dagirker, di têkoşîna xwe de esas girt.

(cx)

ANHA