Çeteyan bi destekdayîna dewleta Tirk careke din El-Nêreb bi dest xist

Komên çete bi destekdayîna artêşa dewleta Tirk careke din bajarokê El-Nêreb ê bakurê rojhilatê Idlibê bi dest xist.

Çeteyan bi destekdayîna dewleta Tirk careke din El-Nêreb bi dest xist
11 sibat, 2020   13:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çeteyên dewleta Tirk careke din bajarokê El-Nêreb ê bakurê rojhilatê Idlibê bi destekdayîna tankên artêşa Tirkiyê, bi dest xist.

SOHR`ê tekez kir ku tank û moşekên Tirkiyê kombûnên hêzên rejîmê kirin hedef û gelek erebeyan wan rûxandin.

Ev pêşketin piştî têkçûna duyemîn a hevdîtinên Tirkiye û Rûsyayê hemwextî xistina helîkoptereke  rejîmê ji aliyê çeteyan ve, pêk hat.

(cx)