El-Sîsî: Peymana Konferansa Berlînê hatiye binpêkirin

Serokkomarê  Misrê Abdulfetah El-Sîsî di derbarê encamên xeternak ên veguhestina terorîstên ji Sûriye ji bo Lîbyayê de hişyarî da. El-Sîsî anî ziman ku peymana navneteweyî ya li konferansa Berlînê hatiye binpêkirin.

El-Sîsî: Peymana Konferansa Berlînê hatiye binpêkirin
8 sibat, 2020   16:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Misrê Abdulfetah El-Sîsî anî ziman ku peymana navneteweyî ya li konferansa Berlînê ya der barê Lîbyayê de hatiye binpêkirin.

El-Sîsî diyar kir ku"Veguhestana terorîstan ji Sûriyê ber bi Lîbyayê ve dê encamên xeter bîne ser dewletên cîranên Lîbyayê."

El-Sîsî anî ziman ku heger berhem bi awayekî adil neyên belavkirin wê aramî li Lîbyayê çênebe."

Serokkomarê Misrê Ebdulfetah El-Sîsî li paytexa Etiyopyayê, Addis Ababa ye da ku beşdarî lûtkeya serokên dewlet û hikûmetên Yekitiya Afrîkyayê bibe ku dê di 9 û 10‘ê Sibatê de lidar bikeve.