Li gundewarên Til Temirê 3 endamên rejîmê hatin kuştin

Li gundê El-Tewîla yê rojavayê Til Temirê mayîne teqiya û di encama wê de 3 endamên hêzên rejîma Sûriyê hatin kuştin.

Li gundewarên Til Temirê 3 endamên rejîmê hatin kuştin
8 sibat, 2020   08:48
HESEKÊ

Mayîneke ku çeteyên "Artêşa Wetenî ya Sûrî" yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li derdora gundê El-Tewîla yê rojavayê Til Temirê çandibû, dema dewriyeke hêzên rejîmê derbas dibû, teqiya.

Li gorî nûçegihana me li navçeya Til Temirê ragihand ku di encama teqînê de 3 endamên hêzên rejîmê hatin kuştin û ew jî endamên foca 123`an a rejîma Sûriyê ne.

Nûçegihana me navên her sê endamên rejîmê bidest xist. Nav wiha ne:Mensûr Eymen Ebû Elî, Ramî Etiye Salih, Bişar Xalid Selheb.

Li gorî çavkaniyan ku kesên hatine kuştin ji aliyê hêzên rejîmê ve rakirin nexweşxaneyeke li bajarê Hesekê.

(bx)

ANHA