Li Kobanê projeyên çandina daran

Rêveberiya Giştî ya Jîngeha Herêma Firatê plansaziyên weke; çandina darên xemilandinê û sûdwergirtina ji girên bor danîne pêşberî xwe da ku bi kare jîngehek e tendurist bi ava bike.

Li Kobanê projeyên çandina daran
Li Kobanê projeyên çandina daran
Li Kobanê projeyên çandina daran
Li Kobanê projeyên çandina daran
8 sibat, 2020   08:22
KOBANÊ- SAMIR OSMAN

Li bajarê Kobanê gelek kar û xebat di derbarê jîngehê de tên kirin. Ji van karan; çandina daran, kezaxtina darên li naverasta taxên bajêr û kolên sereke ne.

Di salên derbasbûyî de guhdan bi daristanên li kantona Kobanê kêmbû. Lewma daristan hem dihatin şewitandin hem jî dihatin birîn. Ji van daristanan, Qereberkel, daristanên beramberî ava Firatê ku ji pira Qereqozat heta bajarokê Remla ye.

Di vê derbarê de hevserokê Rêveberiya Giştî yê Jîngeha Herêma Firatê Semîr Elî wiha anî ziman: “Em ê projeyên parastina daristanan pêşbixin, parastina jîngehê bikin û nehêlin bibe cihê çîrgehan.”

Semîr got ku, îsal gelek proje danîne pêşberî xwe û wê hewlbidin ku bi pêkanîna van projeyan jîngeha bajêr bi parêzin.

Semîr wiha axifî: “Em ê 3 hezar û 200 darî li ser rêya Helebê biçînin. Anku bi dirêjahiya 5 hezar û 200 metreyan be û dê ji başûrê bajêr dest pê bike. Heta bi buroyên erebeyan ên gundê Kolment û rêya rojhilatê bajêr anku heta rêya Helincê dê berdewam bike. Da ku em seqaya kantonê biparêzin, em ê daran li derdora girên bajarê Kobanê biçin, ji ber niha bor in. Derveyî van karan jî em bexçeyên li hundirê bajêr amade dikin, lewma bexçeyê 19 Tîrmehê ji sedî 40 hatiye çêkirin. Bexçeyê Şehîdên Birsûsê hema bêje bidawîbûye, bexçeyên Ranya yê rojavayê bajêr û Efrîn ê başûrê bajêr jî dema demsala zivistanê bi dawî bibe em ê xebata wan berdewam bikin.”

Tê payîn ku ser asta kantona Kobanê 3 şitilgeh li herêma Sirînê û navçeyên Şêran û Qenayê werin vekirin.

Rêveberiya Giştî ya Jîngehê demên derbasbûyî, darên xemilandinê yên li naverasta bajêr û kolanên wê kezaxtin û hindik maya bi dawî bikin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vIh9EVuisG8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>