Li kampa Holê penaberekî din ê Iraqî kuştî hat dîtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kampa Holê cenazeyê penaberekî Iraqî kuştî dît. Penaberê iraqî yê ku hatiye kuştin, parastina sûka di nava kampê de dikir.

Li kampa Holê penaberekî din ê Iraqî kuştî hat dîtin
8 sibat, 2020   08:39
NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li kampê cenazeyê penaberê Iraqî Mustefa Îbrahîm (30) kuştî hat dîtin. Mustefa di beşa duyem a taybet bi penaberên Iraqê de de dijiya.

Li gorî agahiyan ku Mustefa parastia sûka kampê dikir. Hêzên Ewlekariya kampê cenazeyê wî dît. Mustefa bi rêya amûreke hişk ku derbe li serî û qirika wî hatiye xistin, hatiye kuştin.

Nûçegihanê me destnîşan kir ku dibe Mustefa ji ber sedemên diziyê hatibe kuştin ji ber ku wî parastina sûka kampê dikir.

Kampa Holê ji mezintrîn kampên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Zêdetirî 68 hezar kes têde dijî ji wan koçberên Sûrî û penaberên Iraqê ne, her wiha jin û zarokên çeteyên DAIŞ`ê ne. kampa Holê ji xetertirîn kampên di cîhanê de ne. Ji ber zêdetirî 40 hezar jin û zarokên çeteyên DAIŞ`ê têde dijîn.

Ji berpirsên Hêzên Ewlekariya kampê Elûl Rizgar ji ajansa me ANHA`yê re beriya demekê tekez kiribû ku bilindbûna rêjeya bûyerên kuştinê di kampê de xeteriya mayîna malbatên çeteyên di kampê de diyar dike bêyî ku dewletên pêwendîdar bi awayekdî cidî çareseriyê bibînin.

(bx)

ANHA