Li Reqayê plan û projeyên sewalkariyê  

Sewalkarên li bejahiya Reqayê Buroya Sewalkariyê rexne kir ku êm û derman ji pezên wan re dabîn nake. Cîgirê hevserokê Komîteya Çandiniyê û serpereştê Buroya Sewalkariyê Munzur Salih diyar kir ku ji bo pêşxistina sewalkariya Reqayê, navenda elafan û navenda lêkolînên zanistî dê vekin.

Li Reqayê plan û projeyên sewalkariyê  
Li Reqayê plan û projeyên sewalkariyê  
Li Reqayê plan û projeyên sewalkariyê  
7 sibat, 2020   07:37
REQA-XALID CUMA

Şêniyên Reqayê bi xwedîkirina pez û çandiniyê debara xwe dikin.  Şêniyên Reqayê bi rêbazên demên berê pez xwedî dikin. Beriya aloziya Sûriyê gelek herêmên çêrandinê hebûn lê ji ber şer çêregeh û lawir kêm bûn.

Şerê ku li Sûriyê rû dide bandor li sewalkariyê kir, nexasim li bizin û berxan. Ji ber piraniya pezên li Sûriyê bi giştî û li Reqayê bi taybet derdixistin dewletên wekî Iraq û Tirkiyê.

Ji wan bizinên şamî ne, baş şîr didan. Ji berê de Sûriye bi cureya berxên ewas dihat naskirin, lê niha ji ber heman sedeman kêm bûne.

Li Reqayê gelek sedemên kêmbûna pez hene û di vê derbarê de sewalkar ji ajansa me re axivîn. Sewalkaran got: “Herêm ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê hatibû dorpêçkirin. Seriyên pez bi erzanî dihatin firotin. Rewşa birêvebirinê zor bû û bandor li çandiyên jî kir. Êm buha bû û av jî tune bû. Lewma kesên sewalkarî dikirin, pezên xwe bi erzanî firotin.”

Hin şêniyan bi bîr xistin ku dema çeteyan Reqa dagir kiribûn,  gelek şêniyan pezên xwe kêmî 30 lîreya Sûriyê firotin û di wê demê de tonek ceh nêzî 150 lîreya Sûrî anku heqê 5 serî pezên baş bû. Tevî ku tonek ceh 20 rojan têra 30 serî pez nedikir jî.

RIZGARKIRINA HERÊMÊ REWŞA SEWALKARIYÊ BAŞ KIR

Piştî QSD`ê herêma Reqayê rizgar kir, çêregeh berfirehtir bûn û şêniyan dest bi xwedîkirina pez kir. Lewma buhayê pez zêdetir bû. Her wiha sala derbasbûyî baran baş hat, çêrgeh jî baş bûn. Di heman demê de başbûna musim bandor li xwedîkirina pez dike, ji ber êm erzan dibe.

Derxistina seriyên pez bandor li hejamra pez kir. Ji ber seriyên pez bi kamyonan dibin dewletên derdor. Nexasim Iraq û ji ber vê yekê kilo ya goşt gihaşt 8 hezar lîryê Sûriyê. Di vê mijarê  de Rêveberiya Xweser ji 16.01.2020`an ve derxistina pez ji herêmên Rêveberiya Xweser qedexe kir û kîloya goşt bû 6 hezar.

Têkildarî rewşa sewalkariyê û xwestekên sewalkaran ajansa me bi çend kesan re axivî. Sewalkaran gotin, Buroya Sewalkariyê xizmetê nake, pez û dermanên sewalan jî buha ne.

Elî Mistefa ji bejahiya bakur ê Reqayê ye. Mistefa got: “Par ji ber baran baş hat çêrgeh jî baş bû. Lê îsal baran zêde nebariyaye, lewama em neçar dibin êm bikirin. Lê bi rastî jî buha ye û em banga belavkirina elef li sewalkaran dikin.” 

Elî Mistefa bal kişand ser buhabûna dermaman û wiha pê de çû: “Derman bigiştî buha ne, lê dîsa jî em neçarin bikirin.”

Di demên dawîn de gelek nexweşiyên wekî Aphthovirus û Variola  di nav pez dez belav bûbûn û bandor li xwedanên pez kir.

Mihemed Salim li bejahiya Reqayê çêlekan xwedî dike û di vê mijarê de wiha got: “Buroya Sewalkariyê kêm xizmetê dike. Lewma em banga vekirina aşlekirina çêlekan dikin.”

Têkildarî xwestekên sewalkaran ajansa me hevdîtin bi cîgirê hevserokê Komîteya Çandiyê û serpereştê Buroya Sewalkariyê Munzur Salih re çêkir. Salih got: “Em baş xwestekên sewalkaran dizanin, lê ji ber  derfetên me kêm in em nikarin xizmeta hemû sewalkaran bikin. Ji bo pirsgirêka xwedîkirina sewalan were derbaskirin, me îsal plana vekirina navenda beyterî ku ji aliyê taqîgeha beyterî ve were şopandin, her wiha plana vekirina navenda lêkolînên zanistî kiriye. Da ku neslên bizinên şamî û berxên Ewas zêde bibin û derman ji nexweşiyan were dabînkirin.”

Têkildarî dewlemendiya masiyan Salih wiha got: “Em ê ji sewalkarên masiyan re, cihên veqisandina masiyan vekin. Ji ber ji beriya demekê ve qutbûne.”

Têkildarî buhabûna êm û çima li buroyên sewalkariyê nehatine belavkirin, Salih wiha anî ziman: “Em bi hevkariya şirketa pêşxistina çandiniyê re madeya nixalê veberhênand û li sewalkaran belav kir. Li gel vê yekê şirketê soza di zûtirîn dem de ew ê naveda elef vekin, dan.”

Hêjayî gotinê ye ku li bajarê Reqayê zêdetirî 7 hezar û 77 serî berx, bizin û hezar çêlek hene lê hejmara deveyan kêm e.

(eh)

ANHA