Şêniyên Reqayê cenazeyên du şehîdan spartin axê

Şêniyên bajarê Reqayê û gundewarê wê cenazeyên du şehîdan Xelef El-Elî û Ibrahîm El-Casim li Goristana Şehîdan a Reqayê oxir kirin.

Şêniyên Reqayê cenazeyên du şehîdan spartin axê
Şêniyên Reqayê cenazeyên du şehîdan spartin axê
Şêniyên Reqayê cenazeyên du şehîdan spartin axê
Şêniyên Reqayê cenazeyên du şehîdan spartin axê
Şêniyên Reqayê cenazeyên du şehîdan spartin axê
Şêniyên Reqayê cenazeyên du şehîdan spartin axê
Şêniyên Reqayê cenazeyên du şehîdan spartin axê
Şêniyên Reqayê cenazeyên du şehîdan spartin axê
5 sibat, 2020   19:55
REQA

Bi sedan şêniyên bajarê Reqayê û gundewarê wê, meclisên herêmî, endamên saziyên sivîl û leşkerî cenazeyên şehîdan Xelef El-Alî û Ibrahîm El-Casim li Goristana Şehîdan a Reqayê li gundê Hikumiye li bakurê bajarê Reqayê oxir kirin. Her du şehîd di dema li ser erka xwe bûn şehîd ketin.

Merasîm li goristanê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê bi navê Rêveberiya Jin a Reqayê Fatme El-Necim û Meclisa Çandinî û Avdanê ya Reqayê Besam El-Hemed axaftin hatin kirin.

Axaftvanan sersaxî ji malbatên şehîdan xwestin û soza şopandina rêya wan da.

Her wiha axaftvanan şêniyên Sûriyê yên ku Erdogan wan bikar tîne muxateb girtin û bang li wan kirin ku hişyar bin, vegerin hişê xwe, gel û axa xwe ji dagirkerî û komployan biparêzin.

Di dawiya merasîmê de şêniyan cenazeyên şehîdan di nav berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.

(şx)

ANHA