Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê navendek li Cirniye vekir

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Tebqayê navendek li bajarokê Cirniye li bakur rojavayê gundewarê Tebqayê bi merasîmekê vekir.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê navendek li Cirniye vekir
Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê navendek li Cirniye vekir
Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê navendek li Cirniye vekir
Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê navendek li Cirniye vekir
Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê navendek li Cirniye vekir
Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê navendek li Cirniye vekir
Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê navendek li Cirniye vekir
Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê navendek li Cirniye vekir
5 sibat, 2020   19:11
TEBQA

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz Rewşen Hemê, malbatên şehîdan û şêniyên Cirniye tev li merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, piştre fermandarê Meclisa Leşkerî ya Tebqayê Mistefa Mehmûd axivî û behsa pîrozîhiya xwîna şehîdan ên ku bi saya wan herêm aram bûye. Mehmûd hêviya serkeftinê ji meclisê re xwest.

Her wiha bi navên Meclisa Malbatên Şehîdan endamê meclisê Foza Mihemed, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber Zehra Erden axivîn.

Axaftvanan vekirina navendê pîroz kir û destnîşan kir ku bi saya fedekariyên şehîdan ewlehî li herêmê pêk hatiye. Her wiha diyar kir ku ji ber binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şênî koçber dibin û bi hezaran têne kuştin.

Di dawiyê de dayîka şehîd Mehmûd Şilaş deriyê navendê vekir.

(şx)

ANHA