Koçberên Efrînê tevî topbarana Tirkiyê jî berxwedana xwe didomînin

Koçberên kantona Efrînê ya dagirkirî yên li kantona Şehbayê bi cih bûne, diyar kir ku hedefa topbaranên dewleta Tirk valakirina herêmê û dagirkirina wê ye û piştrast kir ku tevî zêdebûna êrişên dewleta Tirk dê li Şehbayê bimînin.

Koçberên Efrînê tevî topbarana Tirkiyê jî berxwedana xwe didomînin
Koçberên Efrînê tevî topbarana Tirkiyê jî berxwedana xwe didomînin
Koçberên Efrînê tevî topbarana Tirkiyê jî berxwedana xwe didomînin
Koçberên Efrînê tevî topbarana Tirkiyê jî berxwedana xwe didomînin
Koçberên Efrînê tevî topbarana Tirkiyê jî berxwedana xwe didomînin
Koçberên Efrînê tevî topbarana Tirkiyê jî berxwedana xwe didomînin
Koçberên Efrînê tevî topbarana Tirkiyê jî berxwedana xwe didomînin
Koçberên Efrînê tevî topbarana Tirkiyê jî berxwedana xwe didomînin
Koçberên Efrînê tevî topbarana Tirkiyê jî berxwedana xwe didomînin
3 sibat, 2020   08:37
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li dijî navçeya Şêrawa û Til Rifetê ku tê de bi sedan koçberên Efrînê hene, girantir dike û komkujiyan li dijî sivîlan pêk tîne.

Têkildarî mijarê, hin koçberên li navçeyên Şêrawa û Til Rifetê anî ziman ku artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî sivîlan komkujiyan pêk tînin.

Ednan Nebhan ji şêniyên navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê ye û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li bajarên Ezaz û Marî yên dagirkirî bi cih bûne, ji 2 salan ve li dijî şêniyên navçeya Til Rifetê binpêkirinan pêk tînin."

Şêniyê bi navê Husên Mela îşaret pê kir ku dewleta Tirk a dagirker tevahî pêkhateyên herêmê bêyî ku Ereb û Kurd ji hev cuda bike, hedef digire.

Ji aliyekî din ve jî Emîne Hemîd Koçbera ji bajarê Efrînê, wiha da zanîn: "Ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk a dagirker gundên ku tê de sivîlên Efrînê hene, topbaran dike."

Her wiha di topbarana artêşa dewleta Tirk a berbanga îro de, şêniyê bi navê Elî Mela yê ji gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa şehîd bû.

Emîne wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker, me ji warên xwe koç kir û hewl dide careke din ji herêmên Şehbayê jî koçber bike da ku dagir bike."

Ehmed Hebeş koçberê ji Efrînê ye ku mala wî ya li gundê Bênê yê navçeya Şêrawa hatiye topbarankirin, wiha axivî: "Me çi guneh kiriye heta malên me tên topbarankirin. Tevî em ji gundên xwe yên Efrînê neçarî koçberiyê bûne jî, lê dîsa dewleta Tirk a dagirker di kuştina me de berdewam e û êrişên wê tenê nîşaneyên binketina planên mêtingeriyê ne."

Hebeş pişrast kir ku dê heta rizgarkirina kantona Efrînê û vegerê, li navçeya Şêrawa bimînin û li ber xwe bidin.

Zêneb Mela ya ji gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa ye, bi tundî topbarana dewleta Tirk a li dijî mala xwe şermezar kir û piştrast kir ku gundê Aqîbê rastî zêdetirî 50 moşekan hatiye û bi wê re gelek ziyanên madî çêbûn. Zêneb wiha domand: "Hedefa dewleta Tirk a dagirker koçberkirina sivîlan, tirsandina sivîl û zarokan da ku demografiya herêmê biguherîne."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xTb486HHd0M" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>