Koçberekî Serêkaniyê: Armanca Tirkiyê qirkirina gelan e

​​​​​​​Egîd Seyîd û malbata xwe ji ber zilm û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker ji Serêkaniyê koçber bûn. Seyîd got: “Armanca dewleta Tirk qirkirina gelên herêmê ye. Ji ber vê yekê em ê terka xaka xwe nekin û heta dawî liber xwe bidin.”

Koçberekî Serêkaniyê: Armanca Tirkiyê qirkirina gelan e
3 sibat, 2020   08:30
QAMIŞLO- RÊNAS REMO

Ji ber êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê ên 9’ê Cotmeha derbasbûyî, bi hezaran gelên Serêkaniyê koçber bûn.

Şêniyên ji Serêkaniyê koçberbûn, berê xwe dan herêmên din ên bi ewle. Ji ber vê yekê Rêveberiya Xweser xwedî li koçberan derket û pêwîstiyên wan bi cih kirin.

 Ji navçeyên deriyên xwe ji koçberan re vekirin, navçeya Tirbespiyê ya herêma Cizîrê ye û 38 malbat hewandin. Paşê meclisa navçeyê û şêniyên wê kel û pel ji koçberan re dabîn kirin.

‘ARMANCA ERDOGAN QIRKIRINA GELÊ KURD E’

Malbata Egîd Seyîd ji Serêkaniyê ne, xwedan 6 kuflet in û li navçeya Tirbespiyê bi cih bûne.Egîd wiha amaje bi çîroka xwe kir: “Ji ber êrişên balafirên dewleta Tirk em ji malên xwe derketin, balafirên Tirkiyê mal ser serên zarok û jinan hilweşandin.Ji ber vê yekê armanca dewleta Tirk, qirkirin e.”

Egîd Seyîd diyar kir ku ew  ne ji tirsa balafirên Tirkiyê ji malên xwe derketine, lê belê ditirsiyan zarok û hevserên wan di destên çetayan an jî kesên bi navên"Artêşa Wetenî ya Sûrî"kevin. Ji ber çeteyan heman kiryarên DAIŞ`ê didan meşandin. Egîd got: “Armanca çeteyên Tirkiyê û DAIŞ`ê qirkirina gelê Kurd e û tenê ji bo qezenckirina perayan hatine.”

Egîd Seyîd di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Piştî êrişên li dijî Serêkaniyê bi 2 rojan ez ji mal derketim. Lê dîsa jî heta rizgarkirina xaka Sûriyê pêk were em ê li ber xwe bidin û xaka ji dagirkeriya Tirkiyê nehêlin.”

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/H0P6lePesJo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>