DAIŞ li ber çavê her kesî ve xwe ji nû ve birêxistin dike

Piştî ku QSD‘ê tevahî hêrêmên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ‘ê de vegerandin, jinên DAIŞ‘î yên di kampa Holê de ji nû ve xwe birêxistin kirin. Di nava kampê de "Dadgehên şeriî" ava kirin, dewreyên fikirî ji bo zarokan vekirin. Her wiha "Koma Husba" ava kirin ku zarokan li ser îdeolojiya DAIŞ‘ê perwerde dike û kesên li dijî fikrê DAIŞ‘ê derdikevin ceza dikin. Rojane li kampê bûyer û hewldanên kuştin, revandin û êşkencekirin rû didin.

2 sibat, 2020   07:23
NAVENDA NÛÇEYAN – EHMED MIHEMED – BASIL REŞÎD

Çeteyên DAIŞ‘ê ji komên terorîst ên herî xeternak di cîhanê de ne. DAIŞ di sala 2014‘an de derket. Di wê demê de hebûn û îdeolojiya xwe ya tundraw li ser firehiyekê ji xaka Sûriyê û Iraqê belav kirin.

Bi ragihandina Pêngava QSD‘ê ya li dijî baregeha dawî ya DAIŞ‘ê li Baxozê re hêza DAIŞ‘ê şikest. Gelek çete û malbatên wan xwe rasdestî QSD‘ê kirin. Malbatên çeteyên DAIŞ‘ê di kampa Holê de ya 45 km dikeve rojhilatê bajarê Hesekê hatin bicihkirin.

Kampa Holê mezintirîn kampên li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Di kampê de zêdeyî 40 kes ji malbatên çeteyên DAIŞ‘ê hene. Kamp di destpêkê de ji bo pêşwazîkirina penaberên Iraqê yên ji ber şer û êrişên DAIŞ‘ê reviyan hate vekirin.

‘DAIŞ DI KAMPÊ DE XWE BIRÊXISTIN DIKE‘

Piştî ku QSD‘ê tevahî hêrêmên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ‘ê de vegerandin, jinên DAIŞ‘î yên di kampa Holê de ji nû ve xwe birêxistin kirin. Di nava kampê de "Dadgehên şeriî" ava kirin, dewreyên fikirî ji bo zarokan vekirin. Her wiha "Koma Husba" ava kirin ku zarokan li ser îdeolojiya DAIŞ‘ê perwerde dike û kesên li dijî fikrê DAIŞ‘ê derdikevin ceza dikin. Rojane li kampê bûyer û hewldanên kuştin, revandin û êşkencekirin rû didin.

Berpirisa hêzên ewlehiyê ya kampa Holê Eylûl Rizgar sûcên ku jinên DAIŞ‘ê li kampê dikin  eşkere kir. Eylûl sedemên van sûcan û tedbîrên rêgirtina li pêşiya van sûcan diyar kir.

Eylûl Rizgar got: "Sûcên ku li kampê têne kirin ji kuştin, êrişa bi kêran û şewitandina çadiran hewldanên jinên DAIŞ‘î ne yên ku fikirê DAIŞ‘ê yên tundraw hilgirtine da ku vê fikirê biparêzin û vê fikirê li gel kesên ku hewl didin jê dûr bikevin xurt bikin. Ev sûcanan li dijî kesên ku ji wan re dibêjin derveyî şerîeta Islamê ne têne kirin. Li gel van jî êriş li dijî endamên Hêzên Ewlekariyê yên kampê diparêzin hatin kirin."

24 BÛYERÊN KUŞTINÊ

Eylûl Rizgar got: “Ji destpêka hatina malbatên DAIŞ‘ê li kampa Holê 24 bûyerên kuştin jin, zilamên sûrî, Iraq û biyanî rû dan, 11 hewldanên kuştinê hatin kirin ku kesên hedefkirî jê filitîn. Her wiha 506 kon bi zanebûn hatin şewitandin û zêdeyî 300 malbat hewl dan birevin. Sûcên li kampa Holê piştî kuştina Ebû Bekir El-Bexdadî û êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên rojhilatê Firatê zêde bûn. Bi êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" re jinên DAIŞ‘î yên di kampa Eyn Îsayê de reviyan û xwe li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de girtin.”

‘PÊWÎST E DADGEHEKE NAVNETEWÎ WERE AVAKIRIN‘

Berpirsa hêzên ewlehiyê ya kampa Holê Eylûl Rizgar di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku divê bi lez gavên pratîkî werin avêtin ku karibe van sûcan bi sînor bike û got: "Pêwîst e dadgeheke navdewletî ji bo darizandina endamên DAIŞ û malbatên wan were avakirin. Dîsa divê dewlet hemû dest bi derxistina welatiyên xwe yên di nava DAIŞ‘ê de bike."

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nûernên wê di çarçoveya hewldanên xwe yên avakirina dadgeheke navdewletî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ û malbatên wan de û bi armanca dewlet welatiyên xwe yên DAIŞ‘î wergirtin  serdanên xwe yên ji bo derve didomîne.

Cîgira hevserokatiya Dagîrya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebîr Îlya diyar kir ku heta niha tu helwest û daxuyaniyek zelal ji aliyê dewletên biyanî ve der barê wergirtina welatiyên xwe yên DAIŞ‘ê yên di girtîgeh û kampên ên herêmên de tuneye û got: “Tenê hejmarek jin û zarok hatin derxistin.”

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/GcZICb5OozY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>