Projeya taxa Sînaa ya Kobanê di demeke nêz de bi dawî dibe

Şaredariya Gel a Kobanê dê di demeke nêz de xebata projeya avakirina taxa Sînaa ya nû li derveyî bajêr bi dawî bike ku projeya çareserkirina aloziya qerebalixê û pirsgirêkên dîtir e.

Projeya taxa Sînaa ya Kobanê di demeke nêz de bi dawî dibe
2 sibat, 2020   08:16
KOBANÊ-SAMIR OSMAN

Dikanên pîşesaziyê dibin sedema pirsgirêkên sereke li bajêrê Kobanê bi sedema xebatên wan li kolanan. Her wiha bi wê re jî qerebalixeke mezin li kolanan çêdibe ku dîmeneke nebaş li naverasta bajêr pêk tîne.

Şaredariya Gel di 1’ê Tîrmeha 2018’an de dest bi avakirina Taxa Sînaa li derveyî bajêr, bi hedefa valakirina kolanan ji dîmenên pîşesaziyê û çareserkirina pirsgirêka qerebalixê, kir. Rûbera projeyê 20 hezar 20 hektar e, bi 5 km dûrî başûrê Kobanê ye û tê de hezar û 50 dikan û depo hene.

Girêdayî mijarê, endezyarê rêveber ê projeyê Nayif Cemla Xelîl hin agahiyên der barê derengmayîna projeyê de ku diviyabû di 1’ê Tîrmeha borî de bi dawî bibûya, eşkere kirin. Nayif Cemla wiha got: "Şaredariyê hin bergiriyên demdirêjkirinê yên bidawîkirina projeyê li gorî peymanê bi dema 6 mehan li ser dema diyarkirî girtin. Ew jî bi sedema nebaşbûna rewşên zivistanê, rewşên êrişên dawîn ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên DAIŞ’ê, Cebhet El-Nusra û yên dîtir, pêk hat."

Nayif Cemla piştrast kir ku şaredariyê gelek civîn bi pîşesazên sûkê û xwediyên dikanan li tevahî bajarê re, li dar xistin û li gorî wê lihevkirina li ser veguhastina tevahî dikanan ji bajar ber bi sûka diyarkirî ya li gundê Golmet ê başûrê bajarê Kobanê ve çêbû.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Sfe5XcgejO0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>