Koçberiya ji Idlibê ya ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve berdewam e

Koçberiya şêniyên bajarê Idlibê ya ber bi herêmên Bakur û Rojilatê Sûriyê ve didome.

Koçberiya ji Idlibê ya ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve berdewam e
Koçberiya ji Idlibê ya ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve berdewam e
Koçberiya ji Idlibê ya ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve berdewam e
Koçberiya ji Idlibê ya ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve berdewam e
Koçberiya ji Idlibê ya ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve berdewam e
Koçberiya ji Idlibê ya ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve berdewam e
Koçberiya ji Idlibê ya ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve berdewam e
Koçberiya ji Idlibê ya ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve berdewam e
1 sibat, 2020   16:52
MINBIC – SELWA EBDULREHMAN

Piştî daxuyaniya fermandarê giştî yê QSD‘ê Mezûlm Ebdî ku gotibû deriyê wan ji şêniyên bajarê Idlibê re vekirî ye koçberiya ji bajarê Idlibê ya ber bi Bakur û Rojilatê Sûriyê ve didome.

Ji ber şerê di navbera hêzên rejîma Sûriyê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de îro 20 malbatên Idlibî di deriyê Ewn Dadatê yê li bakurê bajrê  ku li ser xeta çemê Sacûrê yê di navbera Meclisa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên dagirkeriya Tirk de dikeve derbasî bajarê Minbicê bû.

Kamîreya me tevgera koçberan a li deriyê Ewn Dadatê şopand û nêrînên wan girt.

Miseb Efendî bi malbata xwe re ji ber topbarana hêzên rejîmê li ser bajarê Idlibê koçî bajarê Minbicê bû. Miseb got: "Ji ber ewlehiyê me xwe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê girt. Me rêyên dirêj derbas kir ta gihaşt bajarê Minbicê ku deriyê xwe ji her kesî re vekiriye."

Koçberê bi navê Îbrahîm Ebdulmecîd anî ziman ku ji bilî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ti spartgeh ji wan re tuneye û got: "Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêmên tekane ku deriyê xwe ji me re vekirin, bi taybet piştî daxuyaniyê fermandarê giştî yê QSD‘ê Mezlûm Ebdî ku diyar kiribû deriyên herêmên wan ji tevahî koçberên bajarê Idlibê re vekirî ne."

Îbrahîm destnîşan kir ku ji beriya hefteyekê ew ji bajarê Idlibê derketine û tiştek bi xwe re nebirine. Îbrahîm anî ziman ku di rêwîstiya koçberiyê de li çolan li gel jin û zarokên xwe di nava sermê de man."

Hemed Mihemed ji bajarê Idlibê jî anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarê Idlibê firotin rejîma Sûriyê û hêzên Rûsyayê û got, gelê sivîl berdêlê encamên hevpeymanên wan ên qirêj dide.

Mihemed destnîşan kir ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve gel bi pere û ciwanên berdêl dide,  dewleta Tirk bi çarenûsa  gelê Sûriyê  dilîzte û ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne.

ANHA