Welatên Ereban bi mijara "Projeya Aştiyê ya DYA" civiyan

Serokê Filistînê Mehmeûd Ebbas careke din "Projay Aştiyê ya Amerîkayê" red kir û têkiliyên xwe bi DYA‘yê re qut kir.

Welatên Ereban bi mijara "Projeya Aştiyê ya DYA" civiyan
1 sibat, 2020   15:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrên welatên ereban ji bo nîqaşkirina "Projeya Aştiyê" ya ku serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandiye civiyan. Serokê Filistînê Mehmûd Ebas got: "Me ev civîna awarte xwest da ku helwesta desthilatdariya Filistînê ya ji projeya Amerîkayê ji wezîrên Ereb re bi bidin naskirin."

Mehmûd Ebas got: "Peymana Sedsale bi hemû awayan redkirî ye. Destilatdariya Filistînê biryar da ku têkilyên xwe bi Dewletên Yekûbyî yên Amerîkayê di nav de aliyên ewlehî qut bike."

Ebas wiha domand: "Me nameyek ji Amerîka û Îsraîlê re şand ku ti têkiliyên me bi we re nemaye, di nav de têkiliyên ewlehiyê ji ber înkarkirina we ji lihevkirinên rewa yên îmzekirî yên navdewletî. Îsraîlê wekî hêzeke dagirkir berpirsyartiya vê yekê hildigire."

Serokê Filistînê anî ziman ku Trump di hevdîtinên ber de der barbarê çareserkirina doza Filistînê  li gorî helwesta Filistînê doz dabû, lê ji sozên ve paşde vekişiya.

Sekretêrê Giştî yê Komara Erebî Ehmed Ebû El-Xeyt got: "Îsraîl projeya aştiyê ya Amerîkayê fêm dike, rastegerên Îsrasîlê vê projeyê wekî ferzendekê ji bo pêkanîna armancên xwe dibîne."

 Ehmed Ebû El-Xeyt got, dem û sedemên pêşkêşkirina însyatîfa Amerîkayê cihê gelek pirsan e û anî ziman ku: "Pêşniyara dawî ya Amerîkayê eşkere dike ku guhertineke mezin di siyaseta Washingot a der barê doza Filistînê de çêbûye…Divê bi diyalogan li ser esasê lihevkirinekê pêk were ku hêviyên Filistîn û Îsraîlê di ber çavan re derbas bike."

Ehmed Ebû El-Xeyt anî ziman: "Civîna îro nameyek e ku Filistînî ne tenê ne. Doza Filistînê doza ereban hemûyan e. Civîna îro sekina piştgiriya bi gelê Filistînê re ye. Divê aloziya li Filistînê û parçebûna navxweyî bi dawî bibe."