Li Kobanê pêngava piştgiriya zimanê kurdî

Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê însiyatîfek ji bo piştgiriya zarokan, fêrkirina zimanê Kurdî û bilêvkirina rast ragihand.

Li Kobanê pêngava piştgiriya zimanê kurdî
Li Kobanê pêngava piştgiriya zimanê kurdî
Li Kobanê pêngava piştgiriya zimanê kurdî
1 sibat, 2020   15:17
KOBANÊ

Ev însiyatîf bi armanca piştgiriya zarokên ku di bilêvkirina zimanê dayîkê de zaîf in hat. Ev diyarde di nav pêkhateya Kurd de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bûye.

Girêdayî însiyatîfê mamosteya ku çavdêriya pirtûkxaneya Navena Baqî Xido dike Perwîn Betal got: "Me ev însiyatîf ragihand, ji ber ku gelek zarok di xwendin û nivîsandina zimanê dayîkê de zaîf in. Niha em girîngî didin aliyê bilêvkirina rast."

Perwîn wiha domand: "Em hewl didin sûd ji batlaneyê bigirin. Piştî batlaneyê wê perwerde tenê di rojên În û Şemiyê de bidomin."

Perwîn çavdêriya zarokên ku têne navendê dike, ji wan re çîrok û pirtûkên bi zimanê Kurdî dixwîne. Tevî xwendinê ji wan re navarokên çîrokan şîrove dike.

Heta niha 10 zarok tev li însiyatîfê bûne. Hejmar her ku diçe zêde dibe. Xwediyên zarokan dibînin ku ev însiyatîf baş e ji bo asta zarokên wan di fêrkirina xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî de pêş bixe.

(şx)

ANHA