Çeteyên Tirkiyê zanîngeha Helebê topbaran kirin

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên ku li dora taxa Cemiyet El-Zehraa û Kolana El-Nîl dora Zanîngeha Helebê topbaran kirin.

Çeteyên Tirkiyê zanîngeha Helebê topbaran kirin
1 sibat, 2020   15:13
HELEB

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker dora Zanîngeha Helebê û mala xwendekaran a ku tê de zêdetirî 5 hezar xwendekar dimînin topbaran kirin.

Top li dora fakulteya endezeya mîkanîk, fakulteya endezeya avahîsazî ketin. Ambulans çûn cihê bûyerê lê tu agahî girêdayî qurbaniyan nehatin bidestxistin.

Topbaran li Helebê di navbera hêzên rejîma Sûriyê û çeteyên artêşa Tirk a dagirker de heta kêliya amadekirina nûçeyê berdewam e.

(şx)

ANHA