Meclisa Giştî 94 madeyên qanûna karmendan erê kir

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser di roja yekemîn a civîna xwe de, 94 madeyên qanûna karmendan ên Rêveberiya Xweser erê kirin.

Meclisa Giştî 94 madeyên qanûna karmendan erê kir
1 sibat, 2020   14:41
REQA

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya yekemîn di sala 2020`an de bi armanca ku qanûna karmendan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê erêbike lidar xist. Civîn wê du roj bidome.

Civîn li hola civînan a Partiya Pêşerojê li bajarê Reqayê lidar ket. Hevserokatiya Meclisa Giştî Sîham Qeyro û ferîd Atî, endamên Desteya Hevserokatiya Meclisa Giştî, piraniya endamên meclisê tevî komîteya ku qanûna karmendan amade kiriye û cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber Emîne Osî tev li civînê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin endamê Desteya Hevserokatiyê Îman Salih bernameya civînê xwend. Piştre endamê Desteya Serokatiyê Yasir El-Silêman bendên qanûna karmendan xwend.

Piştî nirxandina bendên qanûna karkmendan endamên meclisê 94 madeyên qanûnê bi dengdayîna piraniya endaman erê kirin.

Tê payîn ku endamên meclisê sibe madeyên qanûnê yên din binirxînin ji bo ku erê bikin û bibe biryar.

Qanûna karmendan a Rêveberiya Xweser ji 137 madeyan pêk tê. Şert, hikum, rêbazên erkdarkirin, erk û fonên karmendan ên Rêveberiya Xweser diyar dike.

Her wiha tê payîn meclisê di civîna xwe ya dawîn de di 15`ê Kanûna 2019`an de hevpeymana edaleta civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê erê kir.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/twMeJcp5aJ8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>