SOHR: Artêşa Tirk hebûna xwe li derdora Seraqibê xurt dike

Hêzên artêşa Tirk a dagirker hebûna xwe li Idlibê li dora bajarokê Seraqib bi hêz dike û nuqteyek nû li herêmê bicih kir. Hêzên rejîma Sûriyê bi desteka Rûsyayê ber bi bajarokê ve pêş dikeve.

SOHR: Artêşa Tirk hebûna xwe li derdora Seraqibê xurt dike
1 sibat, 2020   14:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên artêşa Tirk a dagirker tank, wesayîtên zirxî û derdora 20 leşker li deriyê têketina gundê Keferamîm ê li rojhilatê bajarokê Seraqibê bi cih kirin.

Li gorî SOHR hêzên artêşa Tirk a dagirker wekî bersivekê ji nêzîkatiyên Rûsyayê nuqteyek nû li ber rêya têketina Keferamîm li ser rêya Ebû El-Dih-Seraqêb ava kirin. Bi vê yekê artêşa Tirk hêzên xwe li ser nuqteyan, li aliyê bakur, başpr û rojhilatê bajarokê bicih kirin.

Hêzên artêşa Tirk a dagirker nuqteyek nû li cem kargeha dermanan li bakurê bajarokê Seraqib bi cih kir, piştî ku nuqteya yekemîn li herêma depoyan a li başûrê Seraqibê ava kiribû. Ev her du nuqte li ser rêya Şam-Heleb a navneteweyî ye ya ku bi navê M5 tê naskirin.

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker êrişî nuqteyên rejîma Sûriyê û hêzên Rûsyayê yên li rojhilatê gundewarê Helebê dikin.

Li gorî dazgehên çapemeniyê û tevna civakî, çeteyên artêşa Tirk a dagirker di nav de Ehrara El-Şerqiye, El-Cebhe El-Şemiye û Lîwa Mixawîr El-Şemal nuqteya hêzên Rûsyayê li herêma Tadif li rojhilatê gundewarê Helebê kontrol kirine.

Li gorî agahiyên destpêkê di encama şerên di navbera hêzên rejîmê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de li herêma Til Radar, gundê Xerbeş û Til Rîhan ên li Şehbayê de 4 çete hatin kuştin û 6 din jî birîndar bûne.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîb Erdogan carek din gefa bikaranîn hêza leşkerî li dijî Rûsya û rejîmê xwar, eger operasyonên leşkerî li herêmên Idlib û Helebê ranewestin. Ji aliyekê din ve Mokovayê teqez kir ku ew ji êrişên çeteyên Tirkiyê bi fikar e.

Erdogan di demek berê de ragihandibû ku wî Rûsya agahdar kiriye, ku êdî sebra wî girêdayî berdewamkirina topbaranê li Idlibê nemaye. Her wiha destnîşan kir ku Rûsya lihevkirinên Soçî û Astana pêk nayîne.

(şx)