Generalekî DYA’yê: Hebûna leşkerî ya Tirkiyê li Lîbyayê dê şer gurtir bike

Generalê DYA’yê li Stephen Townsend got “Şandina dewleta Tirk a hêzan ji Lîbyayê re, gefên mezin li aloziya heyî dixwe” û piştrast kir ku gihîştina Moskovê ya petrola Lîbyayê dê bi xwe re encamên neyînî li dijî DYA’yê bîne.

Generalekî DYA’yê: Hebûna leşkerî ya Tirkiyê li Lîbyayê dê şer gurtir bike
31 ÇILE, 2020   12:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî El-Monitor, generalê DYA’yê Stephen Townsend wiha anî ziman: "Şerê bênavber li welat, civaka navdewletî “felc kir" û tu pêşketinên rastîn ên çareseriya siyasî pêk neanîn."

Stephen Townsend di daxuyaniya ji Kongreya Amerîkayê re wiha got: "Şandina dewleta Tirk a vê dawiyê ya hêz û alavan, gefên mezin dixwe. Her wiha gihîştina Rûsyayê ya baregehên petrol û leşkerî, encamên neyînî ji DYA’yê û NATO’yê re ye."

Stephen Townsend diyar kir ku têkiliya Moskovê bi artêşa Lîbyayê ya bi serkêşiya Xelîfe Hefter re xurt e. Townsend wiha pê de çû: "Rûsya her tim hewl dide fînansên xwe li ser hesabê Afrîkîyan dabîn bike, piştevaniya mohra xwe ya leşkerî ya berfireh li ser asta cîhanê deyne."

Girêdayî mijarê, endamên komîteya hêzên çekdar ên Senatoyê di danişîna duh de diyar kir ku piştevaniya parastina xêr û bêran di bin Fermandariya Afrîkayê de dikin, her wiha tê de 5 hezar û 100 leşkerên Amerîkayê beşdarî xebata li dijî terorê bûne.

Dewleta Tirk xebata şandina çeteyên sûrî û hêzên dewleta Tirk li Lîbyayê, avakirina balafirgeha Miêtîqa û baregehên leşkerî li gorî berjewendiyên hikumeta El-Wîfaq dike.

(fr)