Dîtin û gotin nabin yek!

Hisên Îsmaîl Ereb 2 salan li navçeya Şiyê ya Efrînê di bin zilma dagirkeran de ma. Apê Hisên behsa sûcên çeteyan ên li dijî sivîlan dike û dibêje "Yên ku sûcên dagirkeran bi çavan dîtine, ne wekî yên ku bihîstine."

Dîtin û gotin nabin yek!
31 ÇILE, 2020   09:40
ŞEHBA –FÎRAS ÎBRAHÎM

Di 20'ê Çileya 2018'an de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên hovane birin ser kantona Efrînê. Bi sedan sivîl şehîd bûn, bi dehan malbat ji malên xwe hatin koçberkirin. Her wiha ziyanên mezin gihatşin binesaziya kantona Efrînê.

Dagirerkiyê di êrişên xwe yên bi çekên giran û yên qedexekirî de gund, navçe û navenda bajarê Efrînê kirin armanc û sivîl kirin hedef.

Şervanên YPG û YPJ'ê bi piştgiriya gelê Efrînê 58 rojan li hemberî teknîka şer a dewleta Tirk berxwedaneke mezin meşand. Di 18'ê Adara heman salê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarê Efrînê dagir kir, derdora 260 hezar sivîl dan koçberkirin. Berxwedana Efrînê ya Berxwedana Serdemê di qonaxa xwe ya duyemîn de didome.

Şêniyê bi navê Hisên Îsmaîl Ereb (75) ji navçeya Şiyê ya kantona Efrînê ya dagirkirî ye, şahidê binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî sivîlan e.

Apê Hisên ji ber êrişên dijwar ên li ser navçeyê, di heman demê de ji ber girêdana wî ya mezin bi mal û darên wî yên zeytûnan ve nedikarî ji navçeyê derkeve. Apê Hisên Ereb beriya ku derkeve 2 salan li navçeyê ma û şahidiya hovîtiya leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li hemberî sivîlan kir. Apê Hisên dibêje: “Leşkerên artêşa Tirk a dagirker bi awayekî hovane li min dan.”

'JI DESTPÊKA DAGIRKIRINA KANTONÊ VE, DEST BI KIRYARÊN HOVANE KIRINE’

Apê Hisên Ereb herî dawî xwe ji pencên dagirkeran xilas kir û xwe gihand kantona Şehbayê. Apê Hisên got: "Di 20'ê Çileya 2018'an de artêşa Tir ka dagirker bi balafir û topan êrişî gund û navçeyên kantona Efrînê kir. Şêniyên Efrînê li gel şervanên YPG û YPJ'ê bersiva êrişan da, lê çekên kîmyewî şênî neçarî koçberiyê kirin. Ji kêliyan destpêkê ve artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şêniyên navçeyê yên ku nedikarîn derkevin, li mizgeft û dibistanan kom kirin. Di roja duyemîn de ew xistin girtîgehan. Piştre jî bi hinceta lêpirsînê dest bi girtina ciwanan kirin. Hewl didan bi rêya van kiryarên hovane tirsê di nava şêniyan de çêkin da ku dest bi dizî û ferzkirina bacan bikin. Li kêleka van jî li ber çavên me sivîl direvandin, qetil dikirin. Îşkence lê dikin û bacan li welatiyan ferz dikin û milkên wan talan dikin. Li pêşiya van me nedikarî piştekî bikin."

'ÇETEYÊN SILÊMAN ŞAH JI SÛCÊN LI NAVÇEYÊ BERPIRSYAR IN’

Apê Hisên destnîşan kir ku hejmara sivîlên têne revandin roj bi roj zêde dibû û wiha domand: "Çete sivîlan direvînin û li beramberî serbestberdana wan bi navê fidyeyê gelek pere ji malbatên wan dixwestin. Jin û zarok bê cûdabûn ji hovîtiya wan bê par neman. Roj bi roj êdî me komên çete yên li herêmê ji hev derdixistin. Çeteyên li navçeya Şiyê yên Sultan Silêman Şah a bi serkêşiya çete Ebû Emşa ye ku rasterast girêdayî îstîxbarata Tirkiyê ne. Hemû sûcên ku me bi bîr xistin, ji aliyê wan ve dihatin kirin."

'DAGIRKERIYA TIRK Û ÇETEYÊN WÊ TIRKKIRINÊ LI EFRÎNÊ FERZ DIKIN’

Apê Hisên wiha qala polîtîkayên tirkkirinê dike: “Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sivîl neçar dikirin ku fêrî zimanê T-tirkî bibin. Ala Tirk li ser avahiyên saziyan, kolan û sûkan hildan wekî ku Efrînê bûye herêmeke tirkî. Her wiha şênî neçar dikirin ku nasnameya Sûriyê bi ya Tirkiyê biguherin û nasnameyên Tirkiyê didan wan. Dîsan malbatên çeteyan ên ji Xota û herêmên din ên Sûriyê wekî Idlib û malbatên Tirkmen li malên sivîlên hatine koçberkirin, bi cih kirin."

'PÎRBÛNA MIN EZ JI ZILMÊ XILAS NEKIRIM’

Apê Hisên wiha qala zilma li ser şêniyan dike: “Piştî çend hefteyan li navçeya Şiyê û tevahî kantonê kiryarên revandin û êşkencekirinê rewa bûn. Min jî wek hemû şêniyan îşkence dît. Rojekê di saetên derengiya şevê de leşkerên artêşa Tirk û çeteyên koma Emşat di nav de hebûn derbasî mala min bûn, bi rengekî hovane û bê sebeb li min xistin. Ji ber êşa lêdanê min nedikarî bibîmim çi li derdorê çêdibe. Pîrbûna min rehmet li min nekir û min ji hovîtiya dagirkeran neparast."

Apê Hisên serpêhatiya xwe wiha didomîne: "Bi çekê li serê min dan, ji min xwestin 3 hezar dolar bidim wan, min ji wan re got ewqas pere li cem min tüneye. Lê hewl dan min bikujin, min xistin bîrekê. Şansê min hebû ku di wê kêliyê de ez li ser hişê xwe çûm. Roja din şiyar bûm min  xwe dît di maleke wêrankirî û tevhî tiştên wê hatin dizîn. Şopên êşkenceyê li ser hemû bedena min e. Heta vê rojê ez êşê wê dikişînim.

Zarokên ku temenê wan 15 sal derbas nedikir, çek rakiribûn û gotinên nexweş û heqaret li min dikirin."

'HEWLDANÊN ÎMHAKIRINA DÎROK Û ŞARISTANIYA GELÊN HERÊMÊ DIDOME'

Apê Hisên destnîşan kir ku dagirkeran piştî mal dizî û talan dikirin dişewitandin û wiha pê de çû: "Li rex malan zeviyên zeytûnan didizîn, darên berhemdar ên navçeyê dibirîn, şûnwar didizîn û bi beldozeran deverên çandinî û dîrokî dikolandin da ku şûnwaran derxînin. Rûxandina hemû derverên şûnwarê didome, armanc jê îmhakirina dîrok û şaristaniya gelên herêmê ye."

Apê Hisên diyar kir ku çete û leşkerên dagirkeriya Tirk di van rojan de koandina mizgeftên navçeya Şiyê didomînin da li şûndaran bigerin û got: "Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wî îdiayê îslamê dikin lê îslam ji wan û sûcên wan bêrî ye. Dagirkeran navçeya Şiyê kirin daristanek ku her tişt lê helal kirin."

Apê Hisên kêliyên ku di bin zilma dagirkeriyê de bi van gotinan kurt dike: "Di rojekê de me bi dehên caran mirin didît. Yên ku sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi çavê xwe dîtine ne wekî yên ku dibihîze."

Apê Hisên Îsmaîl Ereb di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku îstîxbarata Tirkiyê 300 çeteyên Emşat ên li navçeya Şiyê, bi pereyan şandin Lîbyayê.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/WsJbifRtA2g" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>