Îsraîlê Xeza bombebaran kir

Balafirên şer ên Îsraîlê îro di seatên sibehê de Xeza bombebaran kir. Ev yek wek bersivdana 3 topên ku ji Xezayê ber bi bajarên Îsraîlê ve hatine avêtin, pêk hat.

Îsraîlê Xeza bombebaran kir
31 ÇILE, 2020   09:28
XEZA

Nûçegihanê ajansa me ji Xezayê ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê êrişî cihên girêdayî komên çekdar ên Filistînê li başûrê Xezayê kir û di encamê de tu zirar derneketin.

Artêşa Îsraîlê şevê din ragihand ku derbeyên asmanî li ser cihên girêdayî komên çekdar pêk hatin, piştî ku top avêtin bajarên Îsraîlê.

Dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê diyar kir ku 2 îsraîlî birîndar bûne, piştî ku li bajarê Sderot ê bakurê Xezayê dengê hişyariyê hat.

Nakokiya leşkerî di navbera komên Filistînê li Xezayê û artêşa Îsraîlê de di demên dawî de kûrtir bû, bi taybet piştî ku serokê Amerîkayê Donald Trump ‘Peymana Sedsalê’ ragihand. Her wiha di 2 rojên dawîn de 5 top ji Xezayê derketin û artêşa Îsraîlê bersiva wê yekê da.

(jo)