​​​​​​​Di Mihrîcana Mîtan de şanoya `Diqîrim` hate pêşkêşkirin

Koma Tiyatra Sarya ya girêdayî Tevgera Kevana Zêrîn a herêma Cizîrê şanoya xwe ya `Diqîrim` di 4`emîn Mihrîcana Mîtan a Şano li kantona Şehbayê pêşkêş kir.

​​​​​​​Di Mihrîcana Mîtan de şanoya `Diqîrim` hate pêşkêşkirin
​​​​​​​Di Mihrîcana Mîtan de şanoya `Diqîrim` hate pêşkêşkirin
​​​​​​​Di Mihrîcana Mîtan de şanoya `Diqîrim` hate pêşkêşkirin
​​​​​​​Di Mihrîcana Mîtan de şanoya `Diqîrim` hate pêşkêşkirin
​​​​​​​Di Mihrîcana Mîtan de şanoya `Diqîrim` hate pêşkêşkirin
​​​​​​​Di Mihrîcana Mîtan de şanoya `Diqîrim` hate pêşkêşkirin
​​​​​​​Di Mihrîcana Mîtan de şanoya `Diqîrim` hate pêşkêşkirin
​​​​​​​Di Mihrîcana Mîtan de şanoya `Diqîrim` hate pêşkêşkirin
30 ÇILE, 2020   17:00
ŞEHBA

Bi sedan şênî tev li mihrîcanê bûn û şanoya Diqîrim nivîsandina Daryo Fo û derhênar Sarya Golan temaşe kirin.

Çalakiyên mihrîcanê bi pêşendana berhema pêlîstokan destpê kir. piştre endamên Koma Tiyatra Sarya şanoya xwe bi navê Diqîrim pêşendan.

Navaroka şanoyê girêdayî jinekê ye ku banga mafên xwe dike. Lê dewlet nahêle jin mafên xwe bi dest bixe û digirin, di girtîgehê de hemû cûre êşkenceya dirûnî lê dikin.

Jina girtî di dawiya şanoyê de dibêje ku dê têkoşîna xwe bidomîne heta mafê xwe bidest bixe û binpêkirinên dewletê qebûl neke

Paşê sinevizyonek girêdayî çalakiyên ku jinê pêk tîne ji bo ku banga mafên xwe bike hate pêşkêşkirin.

Di dawiya şanoyê de şêniyan dirûşmeya "Jin jiyana azadî" berz kirin.

(şx)

ANHA