Li Til Rifetê binpêkirinên dagirkeriya Tirk ên li dijî zarokan hatin şermezarkirin

Şêniyên navçeya Til Rifet û koçberên Efrînê yên li navçeyê binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li dijî zarokan şermezar kirin.

Li Til Rifetê binpêkirinên dagirkeriya Tirk ên li dijî zarokan hatin şermezarkirin
30 ÇILE, 2020   16:25
ŞEHBA

Bi sedan şêniyên navçeya Til Rifetê, welatiyên Efrînê yên li navçeyê û endamên Meclisa Navçeya Til Rifet û Meclisa Efrînê li cihê ketina topa ya dagirkeriya Tirk a li duh  ku di encamê de zarok şehîd bûn kom bûn. Şêniyan wêneyên şehîdên komkujiya li Til Rifetê ya 2‘ê kanûna 2019‘an hilda bûn.

Endamê Meclisa navçeya Til Rifetê Abdullah Behlûl daxuyanî xwend û got: "Bi navê meclisên Til Rifet û Efrîn, bi navê şêniyên Efrînê yên li navçeyê  em bi tundî binpêkirinên hovane yên barberî yên Erdoganî û çeteyên wê şermezar dikin. Erdogan û çeteyên wê li dijî zarokên me sûcên şer û komkujiyan pêk tînin. Di nava kêmî du mehan de li navçeya Til Rifetê du komkujî li dijî zarokan pêk anîn.

Çarşemê 29‘ê Çileya 2020‘an komkujiyek din pêk hat, di encamê de zarokek şehîd bû û yekî din jî birîndar bû. Ev komkujî li rêze sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirekr ên li dijî gelê Sûriyê zêde dibe.

Ev sûc û kiryarên hovane di nava bêdengiyeke navdewletî de di serî de rêxistina Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Mafên Mirovan û Zarokan pêk tên.

Em şêniyên Til Rifetê bi hemû pêkhateyên wê û koçberên li navçeyê em ê li hemberî zehmetiyan û planên mêtîngeriyê yê Tirkiyê bisekinin, ji ber ku armanca dagirkeriya Tirk gelê me bitirsîne da ku herêmê ji niştecihên wê vala bikin, di encamê de projeya xwe ya osmanî derbasî herêmê bike.

Topên ku navçeya Til Rifetê dikevin ferq û cudahiyê naxe navber Kurd û Ereb de, lê belê yekitiya pêkhateyên li navçeyê dijîn, biratiya gelan û jiyana hevbeş dikin hedef.

Em bang li civaka navdewletî di serî de rêxistina Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku li hemberî qirkirinên li dijî gelê me yê Bakurê Sûriyê bi giştî, Efrîn û Şehbayê bi taybet têne kirin ji bêdengiya xwe derkevin, helwesta xwe diyar bikin û fişarê li dewleta Tirk bikin da ku ji xaka ma ya dagirkirî derkeve û sûcdarên şer li gorî qanûnên navdewletî muhasebe bikin.

Her wiha em bang li dewleta Sûriyê dikin ku hewlseteke bi cesaret û dîrokî bide da ku çareseriyekê Sûrî-Sûrî ji Rêveberiya Xweser re bibîne ku gel ji komployên ku hebûna gelê Sûriyê û yekitiya xaka wê dike hedef, dûr bixe.

Bijî berxwedana gelan li Bakurê Sûriyê bi gştî û Til Rifetê bi taybet

Bijî Berxwedana Serdemê û Rûmetê

Na ji qetilkirina zarokan re

Şehîd namirin"

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9K1FTkVy8hQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>