Li Tebqayê têkildarî pêxistina warê perwerdeyê semînerek hate dayîn

Li Tebqayê têkildarî rewşa perwerdeyê û astengiyên ku li pêşiya wê pêşketina wê derdikevin semînerek hate dayîn.

Li Tebqayê têkildarî pêxistina warê perwerdeyê semînerek hate dayîn
Li Tebqayê têkildarî pêxistina warê perwerdeyê semînerek hate dayîn
Li Tebqayê têkildarî pêxistina warê perwerdeyê semînerek hate dayîn
Li Tebqayê têkildarî pêxistina warê perwerdeyê semînerek hate dayîn
Li Tebqayê têkildarî pêxistina warê perwerdeyê semînerek hate dayîn
Li Tebqayê têkildarî pêxistina warê perwerdeyê semînerek hate dayîn
Li Tebqayê têkildarî pêxistina warê perwerdeyê semînerek hate dayîn
Li Tebqayê têkildarî pêxistina warê perwerdeyê semînerek hate dayîn
30 ÇILE, 2020   16:04
TEBQA

Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk a Sûriyê û Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê bi hevkariya Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Tebqayê semînerek bi dirûşmeya `Astengî  û zehmetî` organîze kir.  Di semînerê de bal hate kişandin ser porsesa perwerdeyê û astengiyên li pêşiya pêşxistina warê perwerdeyê derdikevin. Semînrer li Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê bi rêve çû.

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz Rewşen Hemê, bi dehan nûnerên saziyên sivîl û malbatên xwendekaran tev li semînerê bûn.

Semîner bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê hevserokê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Tebqayê Henano Xelîfe behsa warê perwerdeyê ji destpêka rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ`ê û heta niha kir. Her wiha pêşketinên ku komîteya perwerdeyê di warê perwerdeyê bidest xistine anîn ziman.

Piştre hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê Osama Inad axivî û astengiyên ku li pêşiya xebatên perwerdeyê dihatin bi taybet fikrê DAIŞ`ê ya ku di hişê zarokan de bibîr xistin.

Di dawiyê de cîgirê serokê şaxê Hevalbendiya Neteweyî ya Demkratîk a Sûriyê Botan Qadir girêdayî astengiyên pêşerojê û pêşniyarên pêşxistina warê perwerdeyê axivî. Di nav de vekirina zanîngehan, zêdekirina dewreyên fikrî û materyalan ji mamosteyan re.

(şx)

ANHA