Desteya Rêveberiyên Herêmî bûdceya nîvê yekem a sala nû diyar kir

Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Rêveberiya Xweser di civînekê de budceya nîvê yekem a sala nû diyar kir û rêzeproje danîn.

Desteya Rêveberiyên Herêmî bûdceya nîvê yekem a sala nû diyar kir
30 ÇILE, 2020   15:47
REQA

Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Rêveberiya Xweser civîna xwe ya mehane ya yekemîn a sala 2020‘an lidar xist. Tê de budceya nîvê yekem a sala 2020`an diyar kir da ku projeyên xizmetguzariyê pêk bîne.

Hevserokatiyai Meclisa Rêveber Bêrîvan Xalid û Ebid Hamid El-Mihbaş, hevserokatiya Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Rêveberiya Xweser Medya Bozan û Cozêf Lehdo, nûnerên deste û komîteyên herêmî yên rêveberiyên xweser û 7 rêveberiyên sivîl tev li civînê bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê komîteyên rêveberiyên herêmî û şaredariyan plansazî û projeyên ku wê di dema bê de pêk bînin bibîr xistin.

Beşdaran diyar kirin ku ew ê di nîvê yekem a sala 2020`an de girîngî bidin xebatên xizmetguzarî mîna av, xetên kanalîzasyonê, sererastkirina rêyan û kirîna alavên xizmetguzariyê yên nû.

Piştî bidawîbûna nîqaşan, budceya nîvê yekem ê sala 2020`an ku 24 milyon dolar e diyar kir. Ev budce dabeşî her du çareyekên yekem û duyem û para 7 rêveberiyên sivîl wek hev in.

Her wiha beşdaran li ser amadekirina lîsteya diyarkirina buhayan li hev kirin, ku rewşa her herêmekê  di ber çavan re were derbaskirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di stratejiya kar a sala nû de girîngî dide projeyên xizmetguzarî tevî warên çandinî, tenduristî û perwerdeyê.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QiHeUJnX90U" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>