Di 4`emîn Mihrîcana Mîtan de şanoya bi navnîşan Olompiyad hate pêşendan

Çalakiyên 4`emîn Mihrîcana Mîtan a Şano di roja xwe ya çaremîn de li ser dika Çiyayê Kurmênc li navçeya El-Ehdas didomin. Şanoyek bi navnîşan `Olompiyad` hate pêşendan. Rûmet Beko û Ebdulrehman Umer şeno nivîsandin û Mehmûd Çaqmaqî derhêner kiriye.

29 ÇILE, 2020   15:51
ŞEHBA

Mîna rojên mihrîcanê yên berê îro jî şênî beşdar bûn da ku şanoyên mihrîcanê temaşe bikin.

Di destpêkê de berhemek bi pêlîstokan girêdayî bêkariyê û aloziya şêniyan li gel şertên koçberiyê û buhabûna bihayan hate pêşendan.

Piştre şanoyek bi navnîşan `Olompiyad` hate pêşendan. Mijara şanoyê girêdayî reftariyên mirovan ên ku bandor li xwezayê dikin bû. Di dawiya şanoyê de lîstokvanan nameyek dan û tê de bang li mirovan kirin ku daran û gulan biçînin, avê biparêzin ji ber ku jêdara jiyanê ye.

Çalakiyên mihrîcanê berdewam in. Sibe wê şanoyek bi navnîşan `Diqîrim` were pêşendan.

(şx)

ANHA