​​​​​​​Artêşa Tirk a dagirker bi dijwarî Til Rifetê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker navçeya Til Rifetê li kantona Şehbayê bi dijwarî topbaran dike.

​​​​​​​Artêşa Tirk a dagirker bi dijwarî Til Rifetê topbaran dike
29 ÇILE, 2020   14:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê carek din navçeya Til Rifetê ya tijî şênî bi topavêjan topbaran dinin. Gelek top li navçeyê û derdora wê ketin. Beyî ku agahiyên girêdayî ziyanên topbaranê bêne bidestxistin li gel ku topbaran hîna berdewam e.

Di 2`ê Kanona 2019`an de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê komkujiyek li navçeya Til Rifetê pêk anîn di encamê de 10 sivîl di nav de 8 zarok hatin kuştin.

(şx)
ANHA