Artêşa Tirk û çeteyên wê êrişî gundê Um El-Xêr dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de ji gundê Leylanê yê dagirkirî êrişî gundê Um El-Xêr ê Til Temirê dikin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê êrişî gundê Um El-Xêr dikin
29 ÇILE, 2020   13:44
HESEKÊ

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di nav kêliyan de bi awayekî hovane ji gundê Leylanê yê dagirkirî êrişî gundê Um El-Xêr ê girêdayî navçeya Til Temirê dikin.

Hêzên Parastina Xabûr û Meclisa Leşkerî ya Suryanî di çarçoveya parastina rewa de, bersiva êrişan didin. Hate zanîn ku di encama bersivdayînê de 3 çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

(fr)